Kurtulmuş: Çavê Tirkiyê ne li axa Sûriyê û Iraqê ye

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwekîlê Giştî yê AKPê Numan Kurtulmuş derbarê egera operasyoneke nû a leşkerî bo ser Rojavayê Kurdistanê de got operasyonên derveyî sînor ne meseleyeke ku ji nîşkave ketiye rojevê û çavê Tirkiyê ne li axa Sûriyê û Iraqê ye. Herwiha li ser qedexekirina konserên hunermendên Kurd de jî dibêje “Li ser qedexekirina wan konsertan zanyariya ji şaredariyan bo me hatiye ev e; rêkxerên van konsertan berpirsyariyên xwe bicî neanîne û tê gotin ji ber vê yekê ew konsert hatine betalkirin.”

Serokwekîlê Giştî yê AKPê Numan Kurtulmuş li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê di civîna "Hevdîtîna ligel Çapemeniyê" de bersiva pirsên rojnamevanan da.

Serokwekîlê Giştî yê AKPê Numan Kurtulmuş derbarê egera operasyoneke nû a leşkerî bo ser Rojavayê Kurdistanê de got operasyonên derveyî sînor ne meseleyeke ku ji nîşkave ketiye rojevê.

Kurtulmuş li ser pirsa egera operasyoneke nû a li dervî sînorê Tirkiyê got her operasyonek berî ku bê kirin demdirêjî tê plankirin û ji bo rawestandina rêxistinên terorê di çavkaniya wan de gavên girîng in.

Serokwekîlê Giştî yê AKPê Numan Kurtulmuş got “Em dizanin ku ji despêkê de Tirkiye di vê meselê de zelal e. Tirkiye nêrîna xwe derbarê rêxistinên terorê ên li Sûriye û Iraqê de gelekî zelal di qada navdewletî de danîye ser mêzê. Çavê Tirkiye ne di axa Sûriyê, ne di axa Iraqê û ne jî di ya welatekî din de nîne. Em ji bo yekparebûna Sûriye û Iraqê naxwazin ku wan deran bibe buhişta rêxistinên terorê û em li dijî perçebûna van welatan e. Di rastî de ev helwesta me bo rêveberiya Sûriyê û hikûmeta Iraqê jî alîkariyeke. Em bi vê helwestê girîngiyê didin yekparebûna axa Iraq û Sûriyê. Em di wê baweriyê de ne ku ji bo guhertina demografîk di navbera gelên ku pêkvedijîn alozî çêkirin dê bo navçeyê jî nearamiyê bîne. Tirkiyê bi bedelên giran ev yek dîtiye ku eger rêxistinên terorê her li wê derê çalak bin tê wateya berdewam rasterast êrîşa terorê bo ser Tirkiyê.”

Li ser pirsên peyamnerê Rûdawê Maşallah Dekak “Qasek berê dema we behsa operasyonan dikir we têgeha Bakurê Iraqê û Bakurê Sûriyê bikar anî. Navê fermî yê wê deverê Herêma Federal a Kurdistanê ye. Ev demek e rêveberên AK Partiyê li şûna navê Kurdistanê têgeha Bakurê Iraqê bikar tînin. Hûn çima nabêjin; Herêma Kurdistanê? Gelo ev encama guherîna polîtîkaya dewletê ya derbarê Herêma Kurdistanê da ye? Di rojên pêş de gelo ji bo perwerdeya bi Kurdî gav dê bên avêtin? AK Partî dê kengî vegere siyaseta xwe ya rojên berê?”

Kurtulmuş wiha bersiv da “AK Partî li ser siyaseta xwe ye, ti gumaneke we nebe. Wek hûn dizanin Herêma Kurdistana Bakurê Iraqê.. ji xwe wezîrê me yê derve, berpirsên din ên peywendîdar diçin wê derê û hevdîtinên fermî dikin. Di heman demê de berpirsên Rêveberiya Herêmî ya Bakurê Iraqê tên û li Enqerê civînan pêk tinin, hetta li gel Serokkomarê me wek hûn dizanin li Koşka Beştepe hevdîtin pêk anîne û bi wêneyan raya giştî ya cîhanê jî dibîne. Lewma ez vê pirsê wek ku nehatibe pirsîn dizanim. Em heta dawî jî wî mafî diparêzin ku xelk ziman û çanda xwe pêş bixin. Ev meseleyeke mirovî ye. Lê pêşxistina argumentên siyasî li ser zimanê dayîkê û nîşandana vê yekê wek cudakarî jî neheqeiyek e mezin e li xelkê vê herêmê. Niha yasayên Tirkiyê, rê didin her kes bi zimanê xwe yê dayîkê televîzyon, radio, lîse û an jî dibistanekê ava bike û bi zimanê xwe yê dayîkê perwerde bibîne. Li dibistanên dewletê dersa bijarte ya Kurdî heye.”

Herwiha li ser pirsa derbarê qedexekirina konserên hunermendên Kurd de “Van rojên dawî li çend bajaran hinek konsert ji aliyê şaredarî û parêzgariyan ve tên qedexekirin, konserta Aynur Dogan, Metîn Kahraman û herî dawî jî konserta Mem Ararat hatin betalkirin, nêrîna we li ser vê mijarê çi ye?”

Numan Kurtulmuş got “Li ser qedexekirina wan konsertan zanyariya ji şaredariyan bo me hatiye ev e; rêkxerên van konsertan berpirsyariyên xwe bicî neanîne û tê gotin ji ber vê yekê ew konsert hatine betalkirin. Derbirîna çanda xwe bi zimanê xwe yê dayîkê, strangotina bi Kurdî.. em ji berê ve dibêjin, zimanê dayîkê bi qasî şîrê dayîkê helal e û xelk serbest e berhemên xwe bi zimanê xwe yê dayîkê bînin ziman. Ev ne tenê gotinek e, ne şaş bim, 15-16ê Adarê yek ji van hunermendên hûn behs dikin bo dema 2 rojan konsert da û ji aliyê hejmareke zêde ya xelkê ve hat guhdarîkirin. Dîsa di dema serdana birêz serokkomarê me de bo Batmanê, keçek rabû bi Kurdiyeke xweş derdê xwe ji serokkomarê me re got. Di çalakiyeke Peyasê (Kayapinar) de jî dîsa bi heman rengî… Lewma ti pirsgirêka me li gel kesî nîne ku bi zimanê xwe stran, berhem, edebiyat û dîrok û çanda xwe bînin ziman. Hetta em ji destpêkê ve xelkê han didin xelk çanda xwe pêş bixin. Çapkirina berhemên girîng ên Kurdî ji aliyê Wezareta Çandê ya Komara Tirkiyê ve, di dema hikûmetên AK Partiyê de pêk hatiye. Avakirina TRT Kurdî di dema AK Partiyê de bûye. Em wek hikûmeteke ku astengiyên li pêş Kurdî û çanda Kurdî rakirine, nabe bîr li wê bê kirin ku em li dij bin xelk bi zimanên xwe stranan bêjin. Lê dive mijara zimanê dayîkê nebe îstîsmareke siyasî. Ti zimanek ji yên din serdesttir nînin. Helbet li gel van jî, zimanê fermi yê Tirkiyê Tirkî ye. Lê li saziyên fermi Erebî an Kurdî her kes dikare biaxive. Li bîra we be xelkê berê dev jê berdin li girtîgehan, lê li nexweşxaneyan jî nedikarîn bi Kurdî biaxivin. Lê me ev tişt derbas kirine.”