Ekrem Îmamoglu li Wanê beşdarî merasîma bingeha mizgeftekê bû

 Hewlêr (Rûdaw) - Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu duh Pêncşemê li navçeya Bêgiriya Wanê beşdarî merasîma bingeha mizgeftekê bû.

Hat diyarkirin ku Ekrem Îmamoglu ji bo beşdarî civîna partiya xwe ya li Wanê bibe çû wir lê beşdarî merasîma li navçeya Bêgiriyê bû û yekem xerca bingeha Mizgefta Hacî Menduh Erdogan avêt.

Îmamoglu di axaftina xwe ya merasîmê de diyar kir ku ew Hacî Menduh Erdoganê ku navê wî li mizgeftê hatiye kirin bi rehmet bi bîr tînin.

Îmamoglu destnîşan kir ku ji herêmên cuda yên Tirkiyê nêzî 250 şaredar hatin Wanê û got, "Serokê me Kemal Kiliçdaroglu bi taybetî li cihên ku şaredariya me tune ye van civînan li dar dixe ji bo ku em li wan cihan bi welatiyan re biaxivin, agahdar bin ji pirsgirêkên wan û çareser bikin, alîkariya wan bikin û li ser pirsgirêkên welatê xwe plan û bernameyên xwe ragihînin."

Îmamoglu her wiha anî ziman, "Stenbol bajarê herî xweş û qedîm ê cîhanê ye ku Tirk, Kurd û ji hemû pêkhateyên etnîkî û heta baweriyên cuda bi hev re dijîn. Ez di wê baweriyê de me ku heger li vî bajarî her tişt baş bibe dê li Wan û Bêgiriyê jî her tişt pir baş bibe.

Ji ber vê yekê dema ku ez li Stenbolê erka xwe dikim ez ê ji we re bêjim ku çi di dilê min de ye; ez dixwazim duaya welatiyekî li Bêgiriya Wanê ya helal be ji vî mêrikî re, karê xwe baş dike bîstinim. Ji Colemêrg, Mêrsîn û Konyayê jî. Ji ber ku ez dizanim nas û dostên wan li wan deran heye.

Duayên xwe kêm nekin. Enerjiya xwe ya bedew ji me re bişîne da ku em mehçûb nebin ku pêşeroj bi hêviyên li ser welatê me geş bibin."

Îmamoglu piştî ziyareta esnafan li Şelala Bêgiriyê geriya.