Dayîka ku li Amedê diran û milê wê ji aliyê polîsan ve hatibûn şikandin axivî

27-05-2021
RÛDAW
Kevser Demîr
Kevser Demîr
Nîşan Kevser Demir Amed Polîs
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Rezan a Ameda Bakurê Kurdistanê Kevser Demîr a 55 salî ya ku diran û milê wê ji aliyê polîsan ve hatibû şikandin, daxuyaniya parêzgeriyê red kir. Demîr got ku polîsan bi awayekî dijwar lê xistine.

Kevser Demîr (55) a ku li navçeya Rezan rûdinê, roja 18ê Gulanê di dema ku polîs kurê wê yê tîryakiyê madeyên hişbir desteser dikin, ji aliyê polîsan ve tê derbkirin û 3 diran û mile dişkênin.

Kevser Demîr di derbarê bûyerê de ji Rûdawê re axivî û dibêje kurê wê tîryakiyê madeyên hişbir e, berê jî ji bo ku kurê xwe ji wê rewşê xilas bike, serî li polîsan daye û ti piştgiriyek wernegirtiye.

Demîr di derbarê roja bûyerê de wiha dibêje “Ew roj demjimêr 17:00 bû ez ji kar hatim, min sifre danî ji bo xwarin bixwim. Ji nişkeve qîrînek hat. Ez çûm ser nêrdîwenê, ti kes xuya nedikir. Paşê dîsa yekî dikir qîrîn digot `dayê min xilas bikin, min kuştin. Ez çûm xwarê min dît ku 3 polîs li ser pişta kurê min siwar bûne. Gava yekî ji para kelemçeya berevejî li destê wî dixist yê din jî li ser pişta wî siwar bûbû û polîsekî din jî bi stuyê wî girtibû bi erdê ve dijidand.”

Min pirskur hûn çima bi vî awayî eziyê li kurê min dikin. Min xwe avêt ser kurê xwe. Min got sûcê wî çi be wî bibin lê wisa nekin. Lê polîsekî bi porê min girt, min bi erdê re kaşkir û min avêt hindir. Gotinên gelek xirab yên ku nedihatin gotin ji me re digotin. Polîsekî li min xist, min serqot kirin. bi kulm û şîqaman li min xistin. Bi pihîha milê min şikandin. Keça min jî hat xwarê dikir qîrîn digot `we diya min kuşt.` Li wê jî dixin. Polîsêê ku li min dixisti digot ez boksor im, kulmê li kê derê bixim, ez ê wê derê bişkênim.` paşê kulmek li ser dilê min xest ez xeriqîm. Ez bi ser xwe de hatim, pê hisiyam ku diranên min şikiyane.”

Kevser Demîr serî li Nexweşxaneya Selahaddîn Eyyûbî da û rapora derbê distine û ragihand ku gilî li polîsan kiriye.

Parêzgeriya Amedê di derbarê bûyerê de daxuyaniyek belav kir û tê de dibêje li hemberî polîs “berxwe daye” û milê polîs gez kiriye. Kevser Demîr jî vê daxuyaniyê red kir û wiha got “Eger tişteke wisa hebe, bila wein lêkolîn bikin. Rapora bijîşk bînin. Eger ras be, ez amade me cezayê xwe bikşînim. Lê ne raste, çewa dibe ku jinek bi tena serê xwe li 3 polîsan bixe. Jixwe min di derbarê mijarê de glî kir.”

Herwiha Kesver Demîr diyar kir ku cîranên wê jî şahidê bûyerê ne lê ji ber ku polîs di nav de ne tirsiyane ku şahidiyê bikin û wiha berdewam kir “ez çûm qereqolê min îfade da, ez ji wan bûm dozdar. Wan ji min xwest ku dîmenan ku di destê min de ne jê bibin û dev ji doza xwe berdim. Lê ez dev jê bernadim û ez ê li her derî bibêjim.

Kewser Demîr di dawiye de got “Ez dayik im, ti dayik tundiyeke bi vî rengî li dijî zarokên xwe qebûl nake. Wan tundiyeke pir giran li kurê min kirin. Îşlikê wî perçeperçe bû. Niha jî wî xistine girtîgehê. Ez qebûl dikim ku kurê min tiryakiyê madeyên hişbir e lê divê wisa nebûya.”

Parêzgeriya Amedê ji di derbarê bûyerê de daxuyaniyek belav kir diyar kir kû tundiya polîsan “rastiyê nîşan nade.”

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku endamên malbatê “berxwe dane” û “li dijî polîsên erkdar tundiyê bikar anîne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst