Li Xarpêtê derketina bê mask hat qedexekirin

27-05-2020
RÛDAW
Nîşan Coronavirus Xarpêt Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Waliyê parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê ragihand ku, qedexeya derketinê ya 4 rojan bi dawîbû, lê rêkarên rêgirtina li belavbûna koronayê didomin û di vê çarçoveyê de, li parêzgehê derketina bê maske hatiye qedexekirin.

Parêzgarê Xarpêtê Çetin Oktay ragihand ku rêkarên rêgirtina li belavbûna koronayê berdewam in.

Çetin Oktay da zanîn ku ligel qedexeya derketina bê mask, kesên ku ji derveyî parêzgehê biçin nav parêzgehê jî, dê bo dema 14 rojan bên kerentînkirin, li kesên pabendî van rênimayan nebin, dê 3 hezar û 150 lîre cezayê peran û 15 rojan mayîna di malê de bê sepandin.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê di çarçoveya rênimayên rêgitina li koronayê ji bo 35 parêzgehan qedexya derketina bê maskan ragihandibû, bi parêzgeha Xarpêtê ve hêjmara parêzgehên ku qedexeya derketina bê maske lê hatine ragihandin derket 36 parêzgehan.

Ji van parêzgehan 11 jê parêzgehên Erzerom, Xarpêt, Îdir, Riha, Semsûr, Sêrt, Dêrsim, Dîlok, Mereş, Mêrdîn, Meletî yên Bakurê Kuridstanê ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst