Rewşa Mihemedê Serê Kaniyê xirab e û alîkariyê dixwaze

27-05-2020
Xalid Cemîl Mihemed
Mihemed Hemîd ê 14 salî ku di 18ê Cotmeha 2019an de li Serê Kaniyê di êrîşa Tirkiyê de bi giranî birîndar bûbû. Wêne; Rûdaw TV
Mihemed Hemîd ê 14 salî ku di 18ê Cotmeha 2019an de li Serê Kaniyê di êrîşa Tirkiyê de bi giranî birîndar bûbû. Wêne; Rûdaw TV
Nîşan Rojava Heseke Serê Kaniyê Mihemed Hemîd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rewşa tendirustiya Mihemed Hemîd, ew zarokê 14 salî yê Serê kaniyê ku di êrîşa artêşa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê bi çekên fosforî hatibû birîndarkirin, xirab e û germaya Havînê laşê wî dişewitîne û pêwîstiya wî bi alîkariya lezgîn ve heye.

Mihemed Hemîd, yan jî weke ku bi Mihemedê Serê Kaniyê yan Mihemedê Birîndar tê binavkirin, sala bihorî di dema êrîşa li ser wî bajarî de, bi çekên fosforî yên qedexekirî ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve hatibû birîndarkirin.

Piştre li ser daxwaz û alîkariya serok Mesûd Barzanî demekê li Fransayê çareseriya tendirustî jê re hate kirin, niha ligel malbata xwe li dibistaneke Hesekê dijî û gelek zehmetiyan dibînin.

Mihmed, ne tenê ji êş û azara xwe dinale, lê belê dilê wî bi ser dê û bavê wî de ye.

Pêwîstiya Mihemed û malbata wî, bi guhdaneke taybet û cihekî baş ji bo niştecîbûnê heye, lê heta niha ew li nav dibistanê dijîn.

Rewşa Mihemedê Serê Kaniyê pêwîst dike ku alîkariyeke guncaw pê re bê kirin, ji bo ku ligel zarokên hevtemenê xwe vegere jiyana lîstik, xweşî û şahiyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst