Hewlêr (Rûdaw) - Berfa ku li parêzgeha Erzîngana Bakurê Kurdistanê û navçeyên wê li cihên bilind barî bandor li rezên tirî kir.
Li cihên bilind ên navçeya Çirmesê (Uzumlu) ku 25 kîlometre dûrî navenda bajêr hin rez piştî barîna berfe bi rengê spî xemilîn.
Wîşiyên tirî yên ku di heyama kulîlkvekirinê de ne piştî barîna berfê bi xetereya cemede re rûbirû man.
Xwediyê rezê tirî Halîl Îbrahîm Ozdemîr got ku hêviya ew eku berfa barî ti zerarê li mêwe û rêzên tirî nexe û wiha pê de çû: “Eger tirî necemidîne dê di berhemê de kêmasiyek çênebe û derfeta cotkaran hebe ku bedêla keda xwe hildin. Bi qasî 3 saetan gelekî berf barî. Piştî vê berfa ku bi qasî 3 saetan dewam kir erd bi 2 santîmetre berfê girt. Li cihên bilind dibe ku berf zêdetir be. Bawerim heta niha necemidî dê ji niha pê ve jî necemidin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse