Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê di berjewendiya ciwanekî Kurd de biryar da

Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê biryar li ser gilînameya ciwanekî Amedê derbarê xwepêşandan bo daxwziya perwerdeya bi zimanê dayîkê da û ragihand daxwazkirina xwendina bi zimanê dayîkê ne tawan e.

Hakim Aydin ku sala 2008ê li Zanînegeha Dicleyê ya Amedê xwendevan bû di xwepêşandanekê de daxwaza xwendina bi zimanê dayîkê kir, lê hat girtin û bi tohmeta propagandekirina bo terorê 10 mehan zîndanîkirinê jê re hate dayîn. 

Hakim Aydin sala 2009ê li Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê doz li dijî Tirkiyê vekir, piştî 11 salan di roja 26 Gulanê de biryar da û ragihand Hikûmeta Tirkiyê neheqî kiriye, xwepêşandan bo daxwazkirina xwendina bi zimanê dayîkê ne tawan e, û divê Tirkiyê 7 hezar euroyan bide Hakan Aydin.

Dadgehê herwiha diyar kir ku Tirkiyê madeya 11ê û xala yekem ji madeya 5 ya rêkeftinnameya Mafên Mirovan a Ewropayê binpê kiriye.