Li Wanê dest bi ser 3 ton masiyên qaçax de hat girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê 3 ton masiyên kefalên ku di dema xerzdanîna wan de hatine girtin, hatin bidestxistin

 

Ekîbên Fermandariya Cendirmeyên Navçeyê xebatên xwe yên parastina masiyên kefal ên Gola Wanê ku di navbera 15ê nîsan û 15ê tîrmehê de girtina wan qedexe ye, dimeşînin.

 

Tîmên  Qerakola Cendermeya Payîzaxa li taxê Soguksuyê di kontrola li ser rê de kamyonek dan sekinandin. Tîman di lêgerîna kamyonê de di nav 75 tilîsan de 3 ton masiyên kefal bi dest xistin.

 

Tîman li gorî Qanûna Berhemên Avê 3 hezar û 270 lire cezayê pere li 2 şikbaran re birî. Masiyên kefal teslîmî Midûriyeta Çand û Daristanê ya Navçeyê kirin.