Koçerên Sêrtê gihîştin zozanên Mûşê (Wêne: AA)

Hewlêr (Rûdaw) -  Li Bakurê Kurdistanê rêncber ji ber germê mecbûr dimînin û heywanên xwe derdixin zozanan û gelek rêncber jî zozanên Mûşê tercîh dikin.


Koçerên ku ji bo havîna xwe lê derbas bikin, ji Sêrtê çûn Mûşê û li zozanan kon danîn û pezê xwe diçêrînin.

 


Ahmet Çelîk ku ji navçeya Misirca Sêrtê çûye zozanê Tankoya Mûşê diyar kir ji ber ku cihê ew jê tên germa pir zêde ye, xwedîkirina ajelan zehmettir dibe.

 


Çelîk got ku ew ji ber vê yekê ajelên xwe derdixin zozanan û wiha pê de çû: “Em nû hatin vê derê. Me konên xwe vegirtin. Em dê 6 mehan li vê derê bimînin. Dahata me ji firotina şîr, penêr û rûnê nivîşk tê. Ajeldarî ji bav û kalên me ji me ra maye. Em li Mûşê zozanan kirê dikin û paşê ajelên xwe tînin. Dema me diqede û em vedigerin gundê xwe."

 


Ji koçeran Leyla Çelîk jî got ku ew rojê du danan pez didoşin û wiha domand: “Piraniya eqrebayên me li Kurtalanê dijîn. Em ji bo ku bi wan ra xeberdin, panelên tavê datînin û pê têlefonên xwe şarj dikin. Em ceyrana xwe jî ji panelê hildidin. Ji ber ku Mûş herêmeke biewle ye, ev 2 sal in em tên van zozanan."