Tirkiyê malbata Hewas Egîd dersînor kir

Hewlêr (Rûdaw) – Hevjîn û zarokên Serkirdeyê Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) di Îtîlafa Opozisyona Sûriyê de Hewas Egîd ku ji aliyê polîsên Tirkiyê ve hatibûne girtin serbest hatine berdan û piştre jî polîsan ew birin balafirxaneyê û ji Tirkiyê derxistin û şandine Almanya.

 

Endamê Desteya Danûstandkar a opozîsyona Sûriyê Hewas Egîd ku qedexeye derbasî Tirkiyê bibe, berî niha tevî malbata xwe li Stenbolê dijiya.

 

ûnerê Tevgera Çaksaziya Kurd li Başûrê Kurdistanê Cedan Elî ji Rûdawê re ragihand ku, ji ber helwestên xwe li ser rewşa Efrînê Tirkiyê malbata wî hat girtin û li wî derbasnbûna Tirkiyê hat qedexekirin.

 

ENKSê jî di daxuyaniyekê de ev kiryara hikûmeta Tirkiyê şermezar kir û xwest li biryara xwe vegere û ji Itîlafê jî daxwaz kir ku bi berpirsyarî karê xwe bike.

 

Hewas Egîd, endamê Kurd di desteya danûstandkar ya opozîsyona Sûriyê de ye ji bo danûstandinên Cinêvê, herwiha endamê Komîteya Destûra Rûsî ye  û serkirdeyê Tevgera Çaksaziya Kurd e, tevî malbata xwe li Stenbolê dijî, lê dema girtina malbata wî, ew li dervey Tirkiyê bû.