Ferhad Pîrbal tê azadkirin

27-05-2018
RÛDAW
Nîşan Kurdistan Polîsê Hewlêrê Ferhad Pîrbal Nivîskar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li gorî daxuyaniya Polîsê Hewlêrê, nivîskar û bîrmendê navdarê Kurd, Ferhad Pîrbal dê di demeke nêzîk de ji zîndanê were azadkirin.

 

Rêveberê Giştî yê Polîsê Hewlêrê, Ebdulxaliq Telet ji Rûdawê re ragihand, di demeke nêzîk de Ferhad Pîrbal dê were berdan û tenê rêkarên qanûnî yên berdana wî mane.

 

Roja 11ê Adara îsal, Ferhad Pîrbal li ser fermana Dozgerê Giştî yê Herêma Kurdistanê û li gorî madeya 226 a qanûna cezadana iraqî ya hejmar 111 a sala 1969an hatibû girtin.

 

Ferhad Pîrbal nivîskar û mamostayê Zanîngeha Selahedînê ye. Pîrbal di sala 1961an de li bajarê Hewlêrê ji dayik bûye û xwandina xwe ya bilind jî li bajarê Silêmaniyê bi dawî kiriye.

 

Herwiha Pîrbal li Zanîngeha sorbon a Parîsê di warê dîroka wêjeya kurdî de doktoraya xwe wergirtiye û ji sala 1994 ve vegeriyaye Herêma Kurdistanê.

 

Ferhad Pîrbal zêdetirî 40 pirtûkan di warê dîroka Kurd, wêjeya kurdî, huner û helbestan de nivîsandiye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst