Numan Kurtulmuş: Zimanê dayîkê wek şîrê dayikê helal e

Navenda Nûçeyan – Wezîrê Çand û Geştyariyê yê Tirkiyê Numan Kurtulmuş diyar kir ku zimanê dayikê nabe sedema ku milet ji hev veqete û got: “Zimanê dayikê wek şîrê dayîkê helal e.”

 

Wezîrê Çand û Geştyariyê yê Tirkiyê Numan Kurtulmuş li Amedê fitara xwe li Qada Şêx Seîd ligel niştecihên Amedê vekir û li wir daxuyanî da.


Numan Kurtulmuş wiha axifî: “Di navbera me de ti ciyawazî û îmtiyaz nînin. Ciyawaziya zimanê me yê dayîkê nabe sedem ku me ji hev veqetine. Berevajoyê vê yekê em baş dizanin ku zimanê dayîkê bi qasî şîrê dayîkê helal e.”


Di berdewamiya axftina xwe de Kurtulmuş got: “Em dizanin ku em hemû ji binyata Adem tên, em hemû ji miletê Îbrajîm in û ji umeta Mihemed in. Amed yek ji bajarê herî zêde li vî ruhî derketî ye. Hinek kesan xwestin di navbera me de kînê çêke. Lê we rê neda wan. Ji bo vê yekê em spasiya we dikin.”


Wezîrê Çand û Geştyariyê yê Tirkiyê herwiha anî ziman: “Xwedî li zarokên xwe, cîranên xwe û xuşk û biryaên xwe derbikevin. Rênedin ku ew bibin lîstoka projeyên emperyalan.”