ŞINGAL – Baregeha leşkerî hate kontrolkirin

27-05-2017
RÛDAW
Nîşan Şingal Heşda Şeibî kontrolkirin gund
A+ A-

Mûsil (Rûdaw) – Hêzên Heşda Şeibî di çarçoveya operasyona “Şehîdên Şingalê” de du gundên bi ser navçeya Beac a Mûsilê û baregeheke leşkerî kontrol kirin.

 

Li gor daxuyaniya hêzên Heşda Şeibî, du gundên bi navê Rembûsa Rojhilat û Rembûsa Rojava yên bi ser navçeya Beacê hatine rizgarkirin.

 

Hêzên Heşda Şeibî bû 3 roj, ji bo navçeya Beac û gundên li derdora wê ji DAIŞê rizgar bikin, operasyonan li dar dixin.

 

Di roja duyem a operasyonê de rêya navbera devera Ednaniye ku li bakurê Beacê ye û navenda navçeyê hate girtin.

 

Heşda Şeibî, Baregeha Leşkerî ya Şingalê jî xiste bin kontrola xwe.

 

Herwiha di operasyonê de gundê Rembûs ku li rojhilatê Beacê ye hate rizgarkirin û li ser rêya navbera Şingal û Beacê ku 33 kîlometre ye, ewlehî hate dabînkirin.

 

Di daxuyaniyê de Heşda Şeibî diyar kir, ku di vê operasyonê de 21 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û li bakurê Beacê jî 8 wesayîtên bombekirî hatine  teqandin.

 

Herwiha ji bo îmhakirina bombeyên ku ji aliyê DAIŞê ve li ser rêya Şingal û Beacê hatine vedan, xebat berdewam in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst