Tirkman, kildan, aşûrî çarenivîsa Kerkûkê çawa dixwazin

 

Kerkûk (Rûdaw)- Rewşa Kerkûkê roj bi roj aloztir dibe û piştî derbasbûna 13 salan bi ser rûxana rêjîma Beisê ya Iraqê û lidarxistina çend kongreyên aştî û lihevhatinê, çarenivîsa wî bajêrî hêj ne diyar e û her pêkhateyek daxwazek heye.

Tevî ku ji bo normalkirina rewşa Kekrûkê û çareserkirina aloziyên li wê parêzgehê çend proje hatine pêşkêşkirin û çend caran kongreyên aştî û lihevhatinê hatin li dar xistin, lê nakokiyên navbera aliyên siyasî, netew û pêkhateyên Kerkûkê heta niha didomin û her aliyek li ser nêrîna xwe rijd e û projeyek taybet bi xwe bo diyarkirina çarenivîsa Kerkûkê hene.

Eniya Tirkmanî hemû cure projeyekê bo çareserkirina pirsgirêka Kerkûkê red dike û rijd e li ser projeya xwe ku li gor wê projeyê gerek Kerkûk bibe herêmeke herbixwe.

Peyvdarê Eniya Tirkmanî, Elî Mehdî ji Rûdawê re got: “Ew proje bi dengdanê nebûye û eger bi dengdanê jî nebe, çareser nabe. Eger arîşe pêşkêşkirina projeyê ye, me ji mêj ve projeya damezrandina herêma serbixwe ya Kerkûkê amade kiriye û bila kurd di cîbicîkirina wê proejyê de alîkariya me bikin, ku ne proje li ser projeyê bên komkirin.”

Kurd ne amade ne gotûbêjê li ser çarenivîsa Kerkûkê bikin û dixwazin bi rêya rapirsî û referandûmê wê parêzghê vegerînin ser Herêma Kurdistanê.

Kildan, aşûrî û xristiyanên Kekrûkê jî ji ber ku bi kurd re jiyanê ne û dijanin jiyan bi wan re çawaye, amade ne piştgîrî li projeya kurdan bo vegerandina Kerkûkê bo ser Herêma Kurdistanê bikin.

Endamê Serkirdatiya Partiya Niştîmaniya Aşûrî, Idward Berwarî dibêje: “Em piştevanî li wî mafî dikin û ew yek mafekî destûrî ye, ku rê bi diyarkirina mafê çarenivîsê dide û ew yek ne tenê daxwaza kurdan e, lê belê daxwaza me ye jî, lê pêwîst e bi rêya referandûmê be.”

Erebên Kekrûkê xwedî ti projeyekê nînin û li gor wan Kerkûk gerek di nava Iraqê de bimîne.

Serokê Komeleya Erebî li Kerkûkê, Hesen Cibûr jî dibêje: “Her projeyek bê pêşkêşkirin, gerek gotûbêj li ser bê kirin. Bila hemû alî bên û bi hev re yekparçeyiya Iraqê biparêzin, bi vî awayî em jî amade ne projeya xwe tevlî projeyên din bikin, lê bi mercekî ku nexşeya Iraqê têk neçe.”

Kerkûk yek ji xalên sereke yê nakokiyên di navbera Hewlêr û Baxdayê de ye.  Îdareya Kerkûkê jî dixwaze di vê hefteyê de bo yekalîkirina pirsa Kerkûkê bi yekcarî karta sor di rûryê Bexdayê de bilind dike, lê hêj nayê zanîn, îdareya Kekrûkê dê biryara vegere Kerkûkê bo ser Herêma Kurdistanê bide yan jî ragihandina rawestana hinardekirina petrola Kerkûkê ye ji Bexdayê re.