Li Meletiyê 2 bira pev çûn: Birayek hat kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Arganê ya parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê du birayan bi çekan gule li hev reşandin û di encamê yekî ji wan canê xwe ji dest da.

Li gor agahiyan îro li gundê Egînê yê navçeya Arganê ya Meletiyê ji ber pirsgirêka li ser erdan di navbera du birayan de pevçûn derket.

Yekî ji wan bi çekê gule li birayê xwe yê bi navê Mehmet E. reşandin, ew kuşt û ji cihê bûyerê reviya.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.

Birayê bi navê Î. E.yê ku birayê xwe kuşt û ji cihê bûyerê reviya hîn nehatiye desteserkirin.