192 malbatên din ên Îraqî ji Kampa Holê tên derxistin

27-04-2024
RÛDAW
Nîşan Kampa Holê Hesekê DAIŞ Koçberên Îraqî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Koç û Koçberan a Îraqê ragihand, ew amadekariyan dikin ku 750 welatiyên din ên Îraqê ji Kampa Holê derxin.

Berdevkê Wezareta Koç û Koçberan a Îraqê Elî Ebas diyar kir ku ew 750 kesên ku dê ji Kampa Holê bên derxistin ji 192 malbatan pêk tên.

Ew malbat dê li Kampa Cedayê ya li parêzgeha Mûsilê bi cih bibin.

Medyaya Rêveberiya Xweser jî ragihand ku ew 192 malbatên Îraqê dê sibe ji kampê bên derxistin.

Vegerandina penaberên Îraqî ji Kampa Holê di çarçoveya koordînasyona navbera Rêveberiya Xweser, Komîteya Koçber û Penaberan a Meclisa Nûneran a Îraqê de pêk tê.

Heta niha hezar û 924 malbatên Îraqê ji Kampa Holê hatine derxistin, hejmara wan 7 hezar û 556 kes in.

Şêwirmendê Ewlehiya Niştimanî ya Îraqê Qasim Erecî berî niha gotibû derdora 25 hezar welatiyên Îraqî li Kampa Holê hene.

Li Kampa Holê malbat û kesûkarên çekdarên DAIŞî dijîn.

Kampa Holê dikeve başûrê bajarokê Holê yê parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê.

Ew kamp di bin desthilata Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst