Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê ye: Civîna bi Serokwezîrê Îraqê re dest pê kir

27-04-2024
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Îraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê gihîşt Bexdayê û bi Serokwezîrê Îraqê re di civînê de ye.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî çû Bexdayê û dê bi berpirsên Îraqê re bicive.

Di civînan de dê behsa êrişa li Qada Gazê ya Kormorê jî were kirin.

Li gorî zanyariyên nûçegihanê Rûdawê Helkewt Ezîz, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dê destpêkê bi Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî re bicive û piştre jî beşdarî civîna Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê bibe.

Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê hevpeymaniya avabûna Hikûmeta Îraqê ya bi serokatiya Mihemed Şiya Sûdanî ye.

Tê çaverêkirin ku îşev di civîna Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê de Serokê Parlamentoya Îraqê were diyarkirin ku para Suniyan e.

Nûçegihanê Rûdawê Helkewt Ezîz ragihand:

“Tê payîn ku di civînê de ji bo serokatiya parlamentoyê li ser navekî li hev bikin.”

Berê Kurd û Şîe di wê baweriyê de bûn ku Sunî di navbera xwe de li ser navekî li hev bikin lê berpirsên siyasî yên Suniyan heta niha li ser kesekî li hev nekirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst