Li Rihayê operasyona laşfiroşiyê: 6 kes hatin girtin

27-04-2024
RÛDAW
Nîşan Riha Laşfiroşî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ji 9 kesên ku bi îdiaya birêvebirina karê laşfiroşiyê hatibûn desteserkirin 6 ji wan hatin girtin.

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê bi hevahengiya Serdozgeriya Komarê li parêzgeha Rihayê derbarê toreke laşfiroşiyê de lêkolîn da destpêkirin.

Li gorî zanyariyan ew tora laşfiroşiyê jinên ku rewşa wan a aborî xirab e ji bo laşfiroşiyê teşwîq dikin û wî karî bi rê ve dibin.

26ê Nîsanê hêzên ewlehiyê di çarçoveya lêkolînê de bi operasyonekê bi ser çend navnîşanan de girt.

Di operasyonê de 9 kes hatin desteserkirin ku 3 ji wan jin bûn.

Piştî karûbarên îfadeyê hêzên ewlehiyê kesên desteserkirî birin dadgehê.

Bi biryara dadgehê 6 ji wan hatin girtin û 3 kesên din jî bi mercê kontrola edlî hatin berdan.

Herwiha di çarçoveya operasyonê de derbarê 11 jinên ku bi zorê ji bo karê laşfiroşiyê hatine teşwîqkirin û 6 navnîşanên ku ew jin lê niştecih bûn jî karûbarên yasayî hatin destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst