Serokê HUDAPARê: Em li her cihekî li gor hewaya wê derê rengê xwe naguherînin

27-04-2023
Lemya Resûl
Serokê HUDAPARê li ser serdana xwe ya Herêma Kurdistanê axivî
Serokê HUDAPARê li ser serdana xwe ya Herêma Kurdistanê axivî
Nîşan HUDAPAR Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (HUDAPAR) Zekeriya Yapicioglu got, “Em li her cihekî li gor hewaya wê derê û atmosfera wê derê rengê xwe naguherînin. Em çi bin, em ew in.”

Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (HUDAPAR) Zekeriya Yapicioglu yê ku ji bo serdanên aliyên siyasî hate Hewlêrê, li navçeya Pîrmamê bi Serok Mesûd Barzanî re civiya.

Zekeriya Yapicioglu her wiha bi Rêberê Partiya Bizûtnewey Îslamî Îrfan Alî Ebdulezîz, Serokê Partiya Komelî Dadgerî Elî Bapîr, Endamê Desteya Rêveber a Eniya Tirkmenî ya Iraqê (ITC) û Wezîrê Pêkhateyan ê Herêma Kurdistanê Aydin Marûf, rêveberên Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê û Serokê Partiya Îslamî ya Iraqê Reşîd Ezzewî re jî hevdîtin kirin.

Yapicioglu li ser serdanê bi Nûçegîhana Rûdawê Lemya Resûl re axivî û destnîşan kir ku wan ev serdana beriya hilbijartinên 14ê Gulanê kurt kir û piştî hilbijartinan dê careke din serdana Herêma Kurdistanê bikin.

Yapicioglu got, “Em dixwazin bi hemû aliyan re têkiliyên xwe xurtir bikin. Hêvîdar im çûnûhatina me bibe sedema pêşxistina peywendiyên erênî ji bo berjewendiya hemû aliyan.”

Yapicioglu li ser pirsa gelo ev serdana beriya hilbijartinê wê di derdorên cuda de bibe sedema nerehetiyê yan na, got, “Em berê jî dihatin, em li her cihekî li gor hewaya wê derê û atmosfera wê derê rengê xwe naguherînin. Em çi bin, em ew in, ne rengê xwe, ne fikrên xwe û ne jî helwest û sekna xwe ya siyasî venaşêrin. Em biratiyê, xweşiyê, aştiyê dixwazin lê nasnameyeke me ya neteweyî, siyasî heye. Helbet wê hinek kes rexne bikin, fişar li ser me çêbin, dibe ku hinek kes jî biecibînin lê rastiya me çi be, tiştên ku em rast dibînin em ê berdewam bikin.”

Ji HUDAPARê 4 berbijêr dê ji lîsteya AK Partiyê beşdarî hilbijartinê bibin. Yapicioglu anî ziman ku armanca wan ew e ku her 4 berbijêr bikevin parlamentoyê û got ku ew ê ji bo vê yekê bixebitin.

Serokê Giştî yê HUDAPARê destnîşan kir ku ew bi bername û helwestên xwe di nava Tifaqa Cumhur de ne û destnîşan kir ku heger ew bên hilbijartin dê ji bo çareseriya Pirsa Kurd çi ji destê wan bê dê bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst