Li Semsûrê mamosteyekî gule berda keça xwe û xwe kuşt

27-04-2023
RÛDAW
Nîşan Semsûr Bakurê Kurdistanê Xwekuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê, îro 27ê Nîsanê mamoste Ferit Dayan gule berda keça xwe ya 12 salî û ew birîndar kir, piştre bi heman çekê xwe kuşt.

Li navçeya Bêsintî ya Semsûrê, avahiya malbata mamoste Ferit Dayan di erdheja 6ê Sibatê de hilweşiya û hevjîn û 2 zarokên wî canê xwe ji dest dan. Ji malbatê, tenê Ferit Dayan û keça wî ya 12 salî Asya Îrem Dayan sax man.

Ferit Dayan, îro 27ê Nîsanê dema li baxçeyê mala wan a nû dilîst bang li keça xwe Asya Îrem Dayan kir û li nav malê bi demançeyê teqe lê kir û ew bi giranî birîndar kir.

Ferit Dayan piştre bi heman çekê xwe kuşt.

Li ser agahdarkirinê, tîmên tendirustiyê bo cihê bûyerê hatin şandin. Asya Îrem Dayan bo Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Semsûrê hat veguhestin.

Termê Ferit Dayan jî bo morga Nexweşxaneya Dewletê ya Semsûrê hat rakirin.

Hat zanîn rewşa derûnî ya Ferit Dayan piştî erdhejê û jidestdana hevjîn û du zarokên wî têk çûye û ji pizîşkên derûniyê piştgiriya psîkososyal wergirtiye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst