Li Erdexanê tanka qîrê teqiya: 2 jê giran 4 karker birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Erdexanê ya Bakurê Kurdistanê di encama teqîna tankeke qîrê ya kompanyayeke taybet de 2 jê giran 4 karker birîndar bûn.

Li gor zanyariyan di demjimêrên nîvro yên roja Pêncşemê 27ê Nîsana 2023an li navçeya Dêmal a Erdexanê, tankeke qîrê ya kompanyayeke avahîsaziyê ji ber sedemek nediyar teqiya.

Di bûyerê de 2 jê giran 4 karker birîndar bûn. Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustî çûn cihê bûyerê û birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Erdexanê.

Piştî midaxeleya destpêkê 2 karker ji ber dijwariya birînên xwe bo Erzeromê û 1 ji wan bo Trabzonê û yê din jî bo beşa şewatan a nexweşxaneya bajareke din hat şandin.

Hat ragihandin hêzên ewleakriya Tirkiyê derbarê bûyerê de lêkolîn dane destpêkirin.