Li Sêwasê bi hêza 4.3 pile erdhejek çêbû

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Gurunê ser bi parêzgeha Sêwasê ya Bakurê Kurdistanê bi hêza 4.3 pile erdhejek çêbû û kûrahiya wê 7 kîlometre bin erdê bûye.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) roja Pêncşemê 27ê Nîsana 2023an li navçeya Gurunê ser bi parêzgeha Sêwasê di demjimêr 18:33an de bi hêza 4.3 pile erdhejek çêbûye û kûrahiya wê 7 kîlometre bin erdê bûye.

Qeymeqamê navçeya Gurunê Halil Yazici derbarê erdhejê de ragihandiye ku heta niha ti zanyariyeke nerênî bo wan nehatiye.