Malbatên girtiyên nexweş ji bo zarokên xwe bang li aliyên peywendîdar dikin

27-04-2022
RÛDAW
Nîşan Girtiyên Nexweş Malbat Pervîn Buldan Amed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, malbatên girtiyên nexweş ev 6 meh in ji bo balkişandina li ser rewşa zarokên xwe ên di girtîgehan de çalakiya Nobeta Edaletê dane destpêkirin. 

Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan ligel şandeke partiya xwe roja Çarşembê li ber deriyê Saziya Pizîşkiya Dadî ya parêzgeha Amedê serdana wan malbatan kir û derbarê rewşa girtiyên nexweş de bang li aliyên peywendîdar kir.

Hevseroka HDPê Pervîn Buldan got “Ez dixwazim ji vir bang li Wezîrê Dadê bikim we nû dest bi karê xwe kiriye, em tikayê ji we dikin ku hûn li hemû girtîgehan yek bi yek lêkolînan bikin, ligel mirovên li wir bikevin peywendiyê û nehiqûqî û binpêkariyên li wir bibînin û li gor vê yekê jî tedbîran werbigirin.”

Kesûkarên girtiyên nexweş dibêjin wan heta niha çendîn car daxwazên xwe pêşkêşî aliyên peywendîdar kirine, lê bi ti awayî bersiveke erênî bidestnexistine.

Kesûkara Girtiyê Nexweş Herdem Merwanî got “6 meh e ku çalakiya me ya nobeta edaletê didomîne. Ji xwe em dilxwaziyên bingehîn derketin rê. Ev dilxwaziya me ya yekemîn berdana girtiyên nexweş, ya duyem jî girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin. Em dibêjein têra xwe rojev hat avakirin lê belê heta vê demê dilxwaziyên em dixwazin nehatine pêkanîn.”

Komaleya Mafên Mirov a Tirkiyê di raporeke xwe de ragihandiye ku di nava salekê de li Tirkiye 59 girtiyên nexweş canê xwe jidest dane. Dayikên Amedî  naxwaz in çarenivîsa zarokên wan jî wiha bibe û ji ber vê yekê jî pêdagir in li ser berdewamiya çalakiya xwe.

Dayika Girtiyê Nexweş Fevziye Kolakan diyar kir “28 sal in kurê min di girtîgehê de ye. ez nikarim, bes e, bila vê zilmê li ser me bidin alî. Em vê zilmê qebûl nakin.”

Li gor amarên Wezareta Dadê ya Tirkiyê di 384 girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de bi giştî 314 hezar girtî hene.  Komeleya Mafên Mirovan a Tirkiyê jî dibêje  hejamara girtiyên nexweş ên di wan girtîgehan de  hezar û 605 in kes in ku nexweşiyên  603 ji wan giran in û jiyana wan di metirsiyê de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst