Bikujê polîsê Koyê hat desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Bikujê polîsê Koyê hat desteserkirin û niha li binkeya girtin û veguhiztinê de li Koyê tê ragirtin.

Hogir Ezîz, Berdevkê Polîsê Hewlêrê ji Rûdawê re ragihand, derengiya şeva derbasbûyî, 27.04.2020, ew kesê ku teqe li polîsê Rêveberiya Polîsê Koyê kir û ew kuşt, hatiye desteserkirin.

Yusif Hesen, Qayimqamê qezaya Koyê jî ji Rûdawê ragihand, “duh hêzeke polîs çû ber deriyê mala tohmetbarekî ku bi tohmeta diziyê ji aliyê dadgehê ve hatibû daxwazkirin, wî kesê tohmetbar jî teqe li hêza polîs kir û di encamê de polîsekî bi navê Kameran Luqman canê xwe ji dest da.”

Herwiha Omîd Ebdullah, Rêveberê qezaya Koyê ji Rûdawê re diyar kir, ew tohmetbar berî niha li gor madeya 443 fermana desteserkirinê bo hatibû derxistin. Piştî ku polîsekî rêveberiya me di dema erk de kuşt û reviya, îşev wî bikujî xwe radestî hêzên polîs kir. Niha bi fermana dadger û li gor madeya 406 li yasaya sizadanê ya Iraqê li binkeya girtin û veguhastinê ya li Koyê, dest bi ser de hatiye girtin.”

Berdevkê Polîsê Hewlêrê jî dibêje, “Bêguman sizayê wî bikujî girantir dibe, ji ber ku pêştir li gor madeya 443 biryara desteserkirinê derbarî wî de hatibû derxistin û dê niha li gor maddeya 406 jî bê darizandin” tekez dike, ji ber kuştina karmendekî hêzên emnî di dema pêkanîna erk de, dê rastî cezayek giran bê.