Salih Gedo hûrgiliyên civîna Amerîkiyan û partiyên Rojava aşkera dike

27-04-2020
RÛDAW
Şandeke Amerîkî ligel partiyên Rojavayê Kurdistanê hevdîtin pêk anibû
Şandeke Amerîkî ligel partiyên Rojavayê Kurdistanê hevdîtin pêk anibû
Nîşan Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Partiya Sosyalîst û Demokrat li Sûriyê Salih Gedo derbarê hevdîtina Şanda Hevbendiya Niştimaniya Kurd li Rojavayê Kurdistanê û şanda Amerîkî de ragihand ku civîna wan derbarê pêkanîna yekrêziya tevgera siyasî ya Kurdî de bû.

Sekreterê Partiya Sosyalîst û Demokrat li Sûriyê Salih Gedo ku di heman demê de Endamê Hevbendiya Niştimaniya Kurd li Rojavayê Kurdistanê ye, ji Rûdawê re diyar kir ku civîna ligel Şanderê Amerîkayê yê bo karûbarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, William Roebuck bi awayekî serkevtî bû û wê şanda Amerîkayê guhdariya wan kir.

Salih Gedo got: “Me helwesta xwe ji şanda Amerîkî re da xuyandin û wan jî nêrînên xwe anîn ziman. Ev derfeteke mezin û girîng e ji bo gelê me û tevgera siyasî ya Kurdî ku dewleteke weke Aemrîkayê mezin ji bo pêkanîna yekrêziya Kurdî hewl dide. Herwiha hewldanên hinek welatên din weke Fransa û Brîtanyayê jî bo heman mebestê hene. Ev yek jî nîşan dide ku dostên Kurdên hewl didin ku yekrêziya Kurdî pêk were.”

Gedo da zanîn ku Amerîkayê xwestiye helwesta wan avderbarê yekrêziya Kurdan de bizane û wan jî gotiye ku ew yeke Hevbendiya Niştimaniya Kurd, bi hemû derfetên xwe piştgiriya yekrêziya Kurdî dikin û divê hemû hêzên siyasî bikarin bi hev re rûnin û pirsgirêkên hene gotûbêj bikin.

Derbarê destpêşxeriya Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî ya ji bo nêzîkirina aliyên siyasî ya Kurdî de Gedo wiha axivî: “Ez dikarim weke nûnerê Hevbendiyê bibêjim ku metirsiyên mezin li ser gelê me hene û em nizanin paşeroja me dê çawa be û lewma em dibêjin divê hemû alî berjewendiyên netewî dane li ber xwe. Di nav ENKS û PYDê de danûstandin hene û ez di wê baweriyê de me ku hinek gav jî hatine avêtin.”

Duh Şanderê Amerîkayê yê bo karûbarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, William Roebuck, di çarçoveya destpêşxeriya Mazlûm Kobanî de, ligel serkirdeyên 8 partiyên Rojavayê Kurdistanê civiya.

Di civînê rewşa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê û bi taybet hewlên nêzîkkirina aliyên Rojavayê Kurdistanê li ser bingeha destpêşxeriya Mazlûm Kobanî hatiye gotûbêjkirin.

Aliyê Amerîkî ji şanda Hevpeymaniyê re diyar kiribû, ku danûstandinên ligel PYD û ENKS ji bo diyalogê û lihevkirinê pêngavên baş û li pêş avêtine.

Navenda Ragihandinê ya HSDê jî diyar kiribû, ku “biryar e nûnerên Wezareta Derve ya Amerîkayê di pêşerojê de dirêjî bidin bernameya civîn û hevdîtinên li gel serkirdeyên partiyên siyasî yên Kurd.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst