HAK-PAR li dijî gotinên Hevserokê HDPê yên derbarê Ataturk de derket

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê HAK-PARê nerazîbûn nîşanî Hevserokê HDPê da û got, “Here begê min here!”

Serokê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) Latîf Epozdemîr derbarê daxuyaniya Hevserokê HDPê Mîthat Sancar de ku gotibû, ‘Mustafa Kemal hewl dida pirsa Kurd çareser bike’ daxuyaniyek belav kir.

Serokê HAK-PARê wê daxuyaniya Mîthat Sancar weke ‘paknîşandana îdeolojiya Kemalîst’ binav dike û dibêje, “Sancar bi vê axaftina xwe bi qestî hişmendiya me ya dîrokî reş û manîpule dike.”

Di wê daxuyaniyê de amaje bi wê hatiye kirin, çep an rast, siyaseta Tirkî ya serwer, di mijara Ataturkbûnê de di rikaberiyê de ne, pirsa Kurd a netewî û hebûna Kurdistanê red û înkar dikin û astengan li pêş mafên netewî yên Kurdan pêk tînin û “pêwîst bike nakokiyên xwe datînin aliyekê” li hemberî Kurdan.

Serokê HAK-PARê bibîr jî xistiye, 22 belge di arşîvan de hene ku Mustafa Kemal di salên pêşiyê yên parlamentoya yekem de, behsa peyvên Kurd û Kurdistanê dike û gotiye, ji bo ku ‘hêza netewî ya Kurdî’ jinav bibin, bi qestî siyaseteke ku dê xweseriyê bidin Kurdan hatiye birêvebirin û piştî ku qonaxa avakirina hişmendiya Kemalîst pêk hat, ew proseya hat bidawîkirin û zihniyeta tekparêz û Tirk hatiye sepandin û di bin rêberiya Mustafa Kemal de proseya asîmîlekirina Kurdan hatiye destpêkirin.

Herwiha di wê daxuyaniyê de amaje bi Komkujiya Dêrsimê jî hatiye kirin û hatiye tekezkirin, “Belgeyên dîrokî nîşan didin ku fermana komkujiya Dêrsimê ji aliyê Mustafa Kemal ve hatiye dayîn” û hatiye gotin, “Siyaseta Tirk ku nêrîna fermî ya Kemalîst bingeh digire, heta îro ji bo astengkirina têkoşîna netewî ya Kurd, redkirin, koçberî, entegrasyon, asîmîlasyon, manîpilasyon, operasyonên leşkerî, fermanên darvekirinê, dadgehîkirinên nedadperwer û hemû kiryarên mêtingeriyê bêyî dudilî cîbicî kirine.”

Serokê HAK-PARê di wê daxuyaniyê de pirsa, “Gelo baweriya te pê heye hemû ew kiryar û yasayên ji bo astengkirina têkoşîna azadiyê ya Kurdan hatine amadekirin, bêyî agahdariya Mustafa Kemal hatine cîbicîkirin?”  arasteyî Mîthat Sancar dike û dibêje, “Gelê Kurd ji vê bawer nake, an haya Mîthat Sancar ji dîroka Kurd û Kurdistanê nîne, an jî bi qestî rastiyan vedişêre.”

Latîf Epozdemîr rexne li siyaseta HDPê digire û dibêje, “ev hişmendiya ku entegrekirina HDPê di nav siyaseta Tirkî de weke ‘erkeke niştimanî’ dibîne, ne dostê Kurd e. Hewldanên paknîşandana Mustafa Kemal li gel hişmendiya dîrokî ya Kurd nagunce.”

Serokê HAK-PARê wan gotinên hevserokê HDPê weke siyaseta HDPê dibîne û dibêje, “ev hewldanên entegrekirina Kurdan e di nav sîstemê de”.

Epozdemîr di dawiya daxuyaniyê de ji bo Mîthat Sancar dibêje, “Dibe ji ber ku Ereb e, nezane lê dixwazim gotineke Kurdan bibîr bixim; Here begê min here."

Ev daxuyaniya Serokê HAK-PARê di demekê de ye ku Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, roja 23ê Nîsanê, li parlamentoya Tirkiyê, di rûniştina taybet bi 100mîn salvegera damezrandina parlamentoya wî welatî, gotarek pêşkêş kiribû û gotibû, damezrênerê Komara Tirkiyê Mustafa Kemal, "di haya giranî û cidiyeta pirsa Kurd de bû” û hewl dida pirsa Kurd çareser bike.