MEXMÛR - Xortekî Kurd ji aliyê DAIŞê ve hat revandin

27-04-2019
RÛDAW
Nîşan Mexmûr Elîreş Kurd DAIŞ Sîrwan Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Mexmûr a Mûsilê hejmareke gencên Kurd ketin kemîna çekdarên DAIŞê û kesekî ji wan ji aliyê çekdaran ve hat revandin.

 

Fermandeyê Hêzên Pêşmerge li Eniya Mexmûr-Guwerê Sîrwan Barzanî ji Rûdawê re got îro Şemiyê (27.04.2019) hejmarek gencên Kurd ên Mexmûrê bi mebesta berhevkirina dombelan çûna herêma Elîreş a ser bi bajarokê Qeracê ve, lê ew dikevin kemîna çekdarên DAIŞê û yek ji wan gencan bi navê Bejdar Mihemed ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatiye revandin û heta niha jî çarenûsa wî nediyar e.

 

Pêşmerge Sîrwan Barzanî herwiha da zanîn ku  ew cih ne sinûrê Pêşmergeye û emniyeta wan ji hêzên Îraqî re hatye sipartin, lê bi sedema çêbûna valahiya emnî, hertim bûye cihê liv û tevgerên DAIŞê , çend caran jî hemwelatî ji metirsyên DAIŞê li wê navçeyê hatine haydarkirin.

 

DAIŞ di havîna 2014an de dest bi ser Mexmûr û gundên wê de girt, lê di nav demeke kin de ji aliyê Pêşmerge û hêzên hevpeymanan ve ji wê deverê hatin derxistin. Paşmayiyên wê komê jî li biyaban û deverên çiyayî xwe veşartin, li wir jî dest bi taktîkeke xwe ya berê kirin, ew jî; revandin, danîna kemînan, teqîn û kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst