Hewlêr (Rûdaw) - Girava Axtamarê ya ku li bajarê Wanê ya Bakurê Kurdistanê di nav cihên dîrokî û geştyarî de ye bi kulîlk û çîçekan xemiliye bala geştyarên diçin bajêr dikşîne. Girav li bajêr yek ji rawestgehên sereke yên geştyariyê ye.
Li bajarê Wanê bi taybetî li Girava Axdamarê van demên dawiyê tevgera di qada geştyariyê de zêde bûye.

Ji çar aliyê dinyayê Ermenî diçin û beşdarî ayîna ku li dêra gorî rîwayetê bi emrê Qral Gagikê 1emîn di navbera salên 915-921an de li navçeya Gewaşa Wanê ser giravê hatiye avakirin, dibin û sal bi sal jî eleqeya li ser wir zêdetir dibe.

Rêvebirê Çand û Geştyariyê yê Bajêr Muzaffer Aktug bi bîr xist ku dêr di salên 2006-2007an de hat restorekirin, derdora wê hat çêkirin, kêmasî hatin temamkirin û çar aliyê wê jî bi lembayan hatin ronîkirin û mêvanên xwemalî û biyanî li giravê bi reng û rûçikê nû va hatin ezimand û wiha pê da çû: "Ji sala 2010î vir ve em di meha îlonê de ayîna Ermeniyan dikin. Bi tenê par 4 hezar û 780 kes beşdarî ayînê bûn û kesên wek mêvan jî dema em bidin serê nêzîkî 6 hezar kes hatin giravê."

Di berdewamiya axaftina xwe de Aktug got ku girav di qada geştyariyê de jî bi kêrî bajêr tê û got: "Di sala 2018an da 157 hezar û 560 kesî giravê ziyaret kirine. Ji serê sala 2019an heta niha 20 hezar û 500 kes hatine serdana girava me. Axdamar girava aştî, aramî û hizûrê ye."

Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse