Li Sûra Amedê proseya nûjenkirinê bi dawî nehatiye

27-04-2019
RÛDAW
Piştî pênc salan li ser şerê xendeqan ku di encamê de 6 taxên navçeya Sûra Amedê wêran bûn, heya niha proseya nûjenkirina wê navçeyê bi dawî nehatiye
Piştî pênc salan li ser şerê xendeqan ku di encamê de 6 taxên navçeya Sûra Amedê wêran bûn, heya niha proseya nûjenkirina wê navçeyê bi dawî nehatiye
Nîşan Sûr Amed Nûjenkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî pênc salan li ser şerê xendeqan ku di encamê de 6 taxên navçeya Sûra Amedê wêran bûn, heya niha proseya nûjenkirina wê navçeyê bi dawî nehatiye. Li gor amaran, ziyan gihişte zêdetirî hezar û 800 xanî û cihên dîrokî.

 

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Odeya Mîmarên Amedê dibêjin ku navçeya Sûra Amedê weke resenatiya xwe nayê nûjenkirin, ew daxwaz dikin ku qedexeya çûn û hatinê li wan 6 taxan bê rakirin.

 

Odeya Avahîsaziya Amedê ji bo cara yekemîn sempozyûmekê derbarê çawaniya nûjenkirina navçeya Sûra Amedê birêve dibe.

 

Navçeya Sûrê cihekî dîrokî yê Ameda Bakurê Kurdistanê ye, piştî ku şerê xendeqan yê navbera Artêşa Tirkiye û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), zerareke zêde gihande wê navçeyê, ji aliyê hikûmetê ve dest bi nûjenkirina wê hat kirin.

 

Berî wî şerî, hejmara nişteciyên Sûra Amedê 122 hezar kes bû. Di dema şerê xendeqan de ku 103 rojan berdewam kir, hezar û 312 xanî û avahî û hezar û 500 dikan li 6 taxên wê navçeyê hatin wêrankirin û 18 hezar kesan jî malên xwe li wê navçeyê bicih hiştin.

 

Projeya nûjenkirina navçeya Sûra Amedê berdewam e, lê berpirsên Odeya Mîmaran a Amedê gilî û gazinan dikin û dibêjin, navçe ne wek şêweyê xwe yê resen tê nûjenkirin û daxwaz dikin, qedexeya çûn û hatinê li wan 6 taxan bi yekcarî bê rakirin.

 

Berpirsên hikûmetê berî niha ragihandibûn ku di dawiya sala 2019an de, nûjenkirina wê navçeyê dê temam bibe û xanî bên radestkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst