Ji ber şerê PKK û Artêşa Tirkiyê 5 gundên Sîdekan vala bûn

27-04-2018
RÛDAW
Nîşan Kurdistan Sîdekan Soran Hewlêr PKK Tirkiye Şer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber şer û pevçûnên navbera gerîllayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Artêşa Tirkiyê, pênc gundên bajarokê Sîdekan a ser bi qezaya Soranê ve hatin valakirin û xelkên wan gundan koçber bûn.

 

Îro Înê 27ê Nîsana 2018 di saet 13:30an de li sînorê pênc gundên bajarokê Sîdekan a ser qezaya Soranê ve, şer û pevçûneke dijwar di navbera gerîllayên PKKê û Artêşa Tirkiyê de derket û di encam de gundên Lêlkan, Xelîfan, Goreşa, Tarekan û Nawmêrgan vala bûn û xelkên wan koçberî Sîdekan û derdora wê bûn.


Di vê derbarê de Rêveberê Nehya Sîdekan Îhsan Çelebî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: "Ji şeva borî ve balefirên çavdêriyê yên Tirkiyê kêliyekê jî esmanê navçeyê bicîh nehiştin û ji saet 12:00ê nîvro ve jî bi topên dûravêj navçe tê topbaran kirin."


Îhsan Çelebî wiha axifî: "Di saet 13:30 deqîqe de leşkerên Tirkiyê xwestine axa Başûrê Kurdistanê bibezînin û di encamp de rûbirûyê gerîllayên PKKê bûne û şer û pevçûn di navbera wan de derketiye. Şer niha li nêzîkê gundên Lêlkan û Xelîfan bûye û bi vêna jî ligel wan herdû gundan, gundên Goreşan, Tarekan û Nawmêrgan jî vala bûne."


Li gor Rêveberê Nehya Sîdekan, niha Artêşa Tirkiyê bi du balefirên şer navçeyê borduman dike û evna jî bûye sedeme ku tirseke zêde li ba xelkê deverê çêbibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst