Asayişa Hewlêrê: Ti berbijêrek li Hewlêrê nehatiye girtin

Hewlêr (Rûdaw) – Asayişa Hewlêrê red dike, ku ti berbijêrekê/î hilbijartinên parlamentoya Iraqê ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatibe desteserkirin û dibêje, hemû lîstên hilbijartinê bi azazî bangeşeya xwe dikin û kempînên xwe yên hilbijartinê birêve dibin.

 

Rêveberê Asayişa Hewlêrê, Tariq Nûrî di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: Ti namzedekê/î partiyên kurdî û erebî li Hewlêrê nehatine desteserkirin. Tevahiya berbijêrên partiyan, yên erebî û kurdî bi awayekê azad bangeşeyêb xwe yên hilbijartinan dikin, bêyî ku ti rêgiriyek li hember wan were kirin.

 

Tariq Nûrî amaje bi wê jî kir, ku her nûçe û zanyariyek derbarê girtina namzedan li Hewlêrê de hatibe belavkirin, ji rastiyê dûr e û ew bi tevahî red dikin.

 

Ev daxuyaniya Asayişa Hewlêrê piştî wê yekê tê, ku di hinek medyayan û torên civakî de nûçeya desteserkirina berbijêrekî lîsta Nesir a serokwezîrê niha yê Iraqê Heyder Ebadî hatiye belavkirin.

 

Biryar e hilbijartinên parlamentoya Iraqê di 12ê Gulana îsal de birêve biçin. Ev dibe yekemîn hilbijartin ku piştî şerê DAIŞê li Iraqê tê kirin.