Qesra Îshaq Paşa tê nûkirin

Navenda Nûçeyan - Qesra Îshaq Paşa bi dîmen, mîmarî û taybetmendiyên xwe yên dîrokî ve her demsal bala geştyaran dikşîne, bi van xebatên ku tên kirin armanc ew e ku zêdetir kes bên ziyareta qesrê.


Rêveberê Bajêr ê Wezareta Çand û Geştyariyê Muhsin Bulut got par bi têra xwe geûtyar nehatine ziyareta qesrê lê îsal li gor salên berê ji sedî 100 hejmar zêde bûye û wiha axivî: "Di nav 2 mehan de 15 hezar kes hatin. Hê sezon venebûye, lê em gihîştin vê hejmarê. Înşallah îsal dê ji 200 hezarî zêdetir kes bên ziyareta Qesra Îshaq Paşa. Bi van xebatên çêkirina li derdora qesrê  ev hejmar dê zêdetir be."


Muhsin Bulut got ev xebat projeyeke 9 milyon lireyî ye û dema ku derdora qesrê bê çêkirin dîmenê Qesra Îshaq Paşa dê xweştir bibe.


Bulut da zanîn ku berê rojên duşemê girtî bû lê êdî dê rojên duşemê jî vekirî be û wiha pê de çû: "Qesr li gor şert û mercên demsalê heta roj here ava dê vekirî be. Ji vir pê ve êdî ziyaretvan dê ji derî venegerin. Her rojên hefteyê dê vekirî be."


Bulut bal kişande ser betlaneya Cejna Newrozê û got di betlaneyê de gelek geştyarên ji Rojhilatê Kurdistanê û Îranî hatine Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ku ji wan jê gelek hatine ziyareta Qesra Îshaq Paşa.


Osman Îlhan ê ku ji Stenbolê hatiye dîtina Qesra Îshaq Paşa jî got ew kêfxweş e û ewê ji kesên derdora xwe re bibêje ku bila ew jî bên dîtina qesrê.