Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê zarokên karker zêde bûne

28-04-2017
SERKAN İNCE
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Nifûsa Bakurê Kurdistan û Tirkiyê bi tevahî 79 milyon û 814 hezar e ku ji sêyan yekê vê nifûsê ji zarokan pêk tê. Li gor daneyên fermî yên Saziya Amarên Tirkiyeyê TUÎKê hejmara zarokên karker gihîştiye 709 hezar kesî. Lê li gor amarên Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger DÎSKê hejmara zarokên karker ên jêr 18 salî li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê nêzîkî 2 milyonî ye. Li gor DÎSKê di hundirê sala 2016an de di kar de mirina 56 zarokan delîla zêdebûna zarokên karker e.

 

Ev der li Amedê yek ji tamîrkarê wesayîtan e. Elî Xefar ê 16 salî 3 sal berê di pola 8an de dest ji dibistanê berdaye û li vir dest bi karê tamîrê kiriye. Malbata Elî Xefar di salên 1990î de ji qezaya Şemrex a bajarê Mêrdînê koçî Amedê kirine. Ew bi vî karî ji peydakirina debara malbata xwe re dibe alîkar.

 

Zarokê Karker Alî Gaffar Paçîn ji Rûdawê re behsa rewşa jiyana xwe û karê xwe kir û got: “Ez şanzde salî me. Min sê sal berê dev ji dibistanê berda û ez hatim vir tamîrxaneyê dest bi kar kir. Daku ji bo debarê ji malbata xwe re û ji bavê xwe re bibim alîkar. Karê me ji bo zarokan pir giran û zehmet e, lê em neçar in bixebitin.”

 

Li tamîrxaneyan piraniya şagird û berdestên hostayan ji zarokên jêr 18 salî pêk tê. Li vir hem fêrî pîşeyekê dibin hem jî di warê debarê de ji malbatên xwe re dibin alîkar. Bîlal jî yek ji wan kesan e ku di lîseyê de neçar maye dest ji xwendinê berbide. Xeyal e wî ew bûye ku bibe mamosta, lê hejariyê rê li xeyala wî girtiye.

 

Bîlal Ûçûcû ku zarokî din ê Karker e, ji Rûdawê re axivî û diyar kir: “Di lîse yekê min dev ji dibistanê berda. Ger rewşa me ya aborî baş bûya, min ê bixwanda ez ê bibama mamosta. Lê rewşa me ne baş bû, em hejar bûn. Ez hatim senayiya wesayîtan, 4 sal e ez li vir dixebitim.”

 

Li gor amarên Saziya Amarên Tirkiyê TUÎKê li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê di hundirê sala 2016an de hejmara zarokên karker gih’ştiye 709 hezarî. Lê li gor Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger DÎSKê ev hejmar nêzîkî 2 mîlyonî ye.

 

Rêveberê DÎSKa Amedê Kamûran Taş li ser vê mijarê ji Rûdawê re da xuyakirin: “Li gor amarên dewletê 558 hezar jê qaçax û bê bîme hejmara zarokên ku dixebitin 709 hezar e. Lê belê li gor amarên sendîkaya me hejmara rast a zarokên karker ji sê qatan zêdetir e. Di hundirê 2016an de di kar de mirina 56 zarokan jî delîla vê yekê ye. Bêguman hejmara zarokên karker li bajarên Kurdan zêdetir e. Valabûna gundan û koçberiya ber bi bajaran hejarî bi xwe re mezintir kiriye. Dema mezin bê kar dimînin, zarokên karker zêde dibin. Li gor saziya dewletê TUÎKê hejmara bêkaran bi rêjeya ji sedan sêzde 3 mîlyon 985 hezar e, lê li gor DÎSKê hejmara bêkaran bi rêjeya sedî bîst û yek 7 mîlyon û 106 hezar e.”

 

Diyar e çiqas bêkariya mezinan zêde dibe û hejarî bi pêş dikeve, hejmar û rêjeya zarokên karker jî ewqas li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê zêdetir dibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst