Koln (Rûdaw) - İgor Urizarê (37) Baskî li Başûrê Kurdistanê, li çiyayê bajarokê Pêncwinê yê girêdayî bajarê Silêmaniyê ku nêzîkî tixûbê Rojhilatê Kurdistanê ye, ji bo kaşbaziya berfê pîst amade kir.
Wî çar salên xwe dane avakirina vê pîstê û bi gihiştina mebesta xwe serfiraz e, ji ber ku ev li Iraqê yekemîn kaşika berfê ye. Heya vêga 100 kesan serdana kaşikê kirine.
Urizar hewldana yekemîn di 2009ê de li Elbaka Wanê kiriye. Cihê hilbijartî bêkêmasî bûye, lê ji ber şikdariya serbazên tirk ew bêgav maye û dest ji wir berdaye û ziviriye welatê xwe. Lê wî dest ji rikdariya xwe bernedaye, bi rêya Komela Tigris a kurd û Baskiyan careka din berê xwe daye Kurdistanê.
Lê vê carê endamê hikûmeta Kurdistanê û Komela Tigrisê, Falah Salah, piştgiriyeke di cih de daye. Urizar gihiştiye tiştê bi dilê xwe û dibêje ku Kurdên deverê jixwe bi berfê re heval in û zû hînî kaşbaziya nûjen bûne. Ew herwiha li benda wê yekê ye ku bi serdana hezkiriyên kaşbaziyê aboriya devere jî geş bibe. Herî zede jî ji vê dilxweş e ku kaşbaz cihe berikan digirin û di wê bendewariyê de ye ku ew der di rêya bihûştbûnê de ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse