Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Erdîşê ya parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, 3 otomobîl li hev qelibîn, ji ber qezayê 6 kes birîndar bûn.
Di kîlomêtroya 10emîn a rêya Erdîş-Wanê de otomobîlên bi plakaya 65 DF 905, 65 EC 70 yên ku navê ajokarên wan nehatiye tesbîtkirin û wesayîta bazirganiyê ya bi plakaya 28 AAY 635 li hev qelibîn.
Li ser agahdarkirinê ekîbên tenduristiyê, cendirme û polîs çûn cihê qezayê.
Di qezayê 6 kes birîndar bûn ku rewşa 2 kesan dijwar e.
Tîmên tenduristiyê birîndar vaguhatin Nexweşxaneya Dewletê ya Erdîşê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse