Îmamoglu bû namzedê serokkomariyê yê CHPyê

27-03-2025
RÛDAW
Nîşan Ekrem Îmamoglu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di bin pêşengiya Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel de Meclisa Partiyê ya CHPyê kom bû û biryara Kongreya Taybet pejirand.

Her wiha di çarçoveya lêpirsîna gendeliyê ya li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de Ekrem Îmamogluyê ku hatibû girtin jî bi yekdengî wekî namzetê serokkomariyê hat pejirandin.

Meclisa Partiyê ya CHPyê di bin serokatiya Ozgur Ozel de civiya.

Di civînê de biryara Kongreya Taybet a 6ê Nîsanê ku Serokê CHPyê Ozel ragihandibû, ji aliyê Meclisa Partiyê ve hat pejirandin.

Li aliyê din, namzetiya serokkomariyê ya Ekrem Îmamoglu ku di çarçoveya lêpirsîna gendeliyê ya li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de hatibû girtin û şandibûn Girtîgeha Silîvriyê, jî bi yekdengî hat pejirandin.

Piştî biryara Meclisa Partiyê ya CHPyê, Kongreya Taybet a 21emîn a CHPyê dê roja yekşemê 6ê Nîsanê saet 10:00an li Navenda Çandê ya Nazim Hikmetê were lidarxistin.

Ozgur Ozel: Hewldana darbeya 19ê Adarê ji aliyê gel ve hat pûçkirin

Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel, di daxuyaniya xwe ya li Parlamentoya Tirkiyeyê de, bûyerên 19ê Adarê wekî "hewldana darbeyê" bi nav kir.

Ozel got "Ev hewldan di 23yê Adarê de li 81 parêzgeh û 973 navçeyan ji aliyê gel ve hat pûçkirin."

"106 kes desteser kirin û 4 rojan di binçavê de hiştin"

Ozel di daxuyaniya xwe de got, "106 kes ji malên wan girtin û xistin nezaretxaneyan.

Çar rojan desteserkirî man û roja hilbijartina pêşwext ew girtin. Me ev hewldana darbeyê ji berê ve hîs kiribû.

Em wê rojê li hemberî derketin, em bazdan Saraçhaneyê. Welatiyên me yên ku me gazî kirin li wir berxwedaneke mezin nîşan da."

Ekrem Îmamoğlu bû namzetê Serokkomariyê yê CHPyê

Ozgur Ozel ragihand ku namzetê serokkomariyê yê partiya wan Ekrem Îmamoglu ye.

Ozel da zanîn ku pêvajo li gorî rêziknameya partiyê hatiye meşandin û got:

"Li gorî rêziknameya CHPyê herî kêm 20 parlamenter dikarîbûn namzet nîşan bidin.

Ekrem Îmamogluyê ku bi pêşniyara gelek parlamenterên me bûbû ber namzet, di hilbijartinên 23yê Adarê de ji 1 milyon û 750 hezar endamên me 1 milyon û 653 hezar û 887 deng standin.

Ji sandiqên hevgirtinê jî 13 milyon û 844 hezar û 70 dengên welatiyên me standin.

Her wiha di dengdana girtî de jî bi piştgiriya temamê 132 hevalên me wekî namzetê serokkomariyê yê CHPyê hat destnîşankirin."

Daxuyaniya yekemîn a Îmamoğlu

Li aliyê din, Ekrem Îmamogluyê ku di girtîgehê de girtî ye, li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek da.

Îmamoğlu di parvekirina xwe de spasiya xwe ji serokê giştî Ozel û partiyên ku piştgirî dane pêvajoyê re anî zimên û got:

"Namzetiya min a serokkomariyê bi yekdengî li Meclisa Partiya me û Koma me ya Parlamentoya Tirkiyeyê fermî bû.

Ez spasiyên xwe pêşkêşî Serokê xwe yê Giştî birêz Ozgur Ozel, organên partiya xwe yên berpirs, koma me ya parlamentoyê, endamên partiyê yên ku beşdarî hilbijartina pêşwext bûn û 15,5 milyon welatiyên xwe dikim ku bi comerdiyeke mezin piştgirî dane vê pêvajoyê.

Ji niha û pê ve em dê di rêwîtiyeke dirêj, zehmet û bi astengiyên zaf de bin.

Di dawiya vê rêwîtiyê de demokrasî heye, dadmendî heye, edalet heye, refah heye. Ji hemûyan girîngtir, Tirkiyeyeke ronahî heye."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst