Hewlêr (Rûdaw) - Îlhan Dayanê ji navçeya Serêkaniyê ya parêzgeha Rihayê piştî 32 salan ji girtîgehê hat berdan.
Îlhan Dayanê 51 salî ji Girtîgeha Tîpa Tya hejmara 2yê ya Amedê hat berdan.
Îlhan Dayan 18ê Tebaxa 1993yan li navçeya Turgutluyê ya Manîsayê hatibû desteserkirin.
Dayan li Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM) ya Îzmîrê hat darizandin û bi tohmeta “xirabbkirina yekîtiya dewletê” cezayê girtîgeha heta hetayê lê hat birîn.
Her wiha Dayan ji ber dozeke din a sala 1991ê bi tohmeta “alîkariya rêxistinê” 2 sal û 6 meh ceza lê hatibû birîn.
Dayan bi tevahî 32 salan di girtîgehê de hat ragirtin û li girtîgehên Îzmîr, Aydin, Mereş-Elbistan, Mêrdîn-Midyad, Rîze-Kalkandere û Amedê hat girtin.
Îlhan Dayan ji aliyê malbata xwe, Komeleya Alîkariyê ya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER), Dayikên Nobeta Edaletê, rêxistinên bajêr û navçeyên Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) ve hat pêşwazîkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA), Dayan di axaftina xwe de da zanîn ku ew ji ber pêşwazîkirinê gelekî kêfxweş e û anî ziman:
“Ez hêvî dikim ku deriyên girtîgehan di demeke nêzîk de vebin û hevalên me yên girtî werin berdan û em govenda azadiyê li ser axa xwe bigerînin.
Em bi ruhê Newrozê ketin girtîgehan û dîsa bi heman ruhî em ji girtîgehan derketin.”
Dayan piştre bi malbata xwe re ber bi mala xwe ya li navçeya Serêkaniyê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê ve bi rê ket.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse