Li Wan, Mûş û Bedlîsê rêyên 171 gundan hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Wan, Mûş û Bedlîsê ji ber barîna berfa zêde rêyên 171 gundan hatin girtin.

Li gorî daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, ji ber rewşa hewayê ya xirab û berfê rêyên 96 gund û gundikên wê parêzgehê hatine girtin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê diyar kir ku tîmên Rêveberiya Taybet a Bajêr dest bi paqijkirina rêyan kiriye.

Sekreterê Giştî yê Rêveberiya Taybet a Mûşê Şêxmus Yentur jî ragihand ku li wê parêzgehê ji ber berfê rêyên 24 gundan hatine girtin.

Şêxmus Yentur da zanîn ku ji bo vekirina rêyan tîman dest bi kar û xebatên xwe kiriye.

Rêveberê Xizmetên Rê û Veguhastinê yê Rêveberiya Taybet a Parêzgeha Bedlîsê Umît Kurtkan jî ragihand ku ji ber ber berfê û bagerê rêyên 51 gundan hatine girtin.

Umît Kurtkan herwiha da zanîn ku ji bo xelk zêde mexdûr nebe tîman dest bi xebatên vekirina rêyan kiriye.