Li Rihayê ciwanek hat kuştin

27-03-2024
RÛDAW
Nîşan Riha Siwêreg
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Siwêregê ya Rihayê, şeva borî ciwanek bi kêrê hat kuştin û yek jî birîndar bû.

Li Taxa Hasan Çelebiyê ya Siwêregê şeva borî 2 grûp ji ber sedemeke nediyar pev çûn.

Di encamê de her du aliyan êrişî hev kir û kesên bi navê Emîn Can Beyazkuş ê 19 salî û N.K. birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û wan her du birîndar birin Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê.

Tevî midaxeleya li nexweşxaneyê Emîn Can Beyazkuş canê xwe ji dest da û dermankirina N.K. berdewam dike.

Herwiha kesên bi navê Mahmut K. û Mesut K. ji aliyê polîsan ve hatin desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst