Li Wêranşerê pevçûn: 9 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Wêranşarê ya Rihayê di navbera 2 koman de şer derket û wan bi dar û beran li hev xist.

Li taxa Cumhuriyetê nîqaşa ku di navbera 2 malbatan de derket veguhêzî pevçûna bi dar û keviran.

Di bûyerê de 9 kes birîndar bûn.

Birîndar li Nexweşxaneya Dewletê ya Wêranşarê tên dermankirin.

Ji bo tesbîta kesên ku tevî pevçûnê bûne xebat hat destpêkirin.