Li Amedê êrişa çekdarî
Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Peyasê ya Amedê di navbera du koman de pevçûna çekdarî derket û di encamê de kesek birîndar bû.
Li Peyasê ji ber sedemeke hîn nayê zanîn di navbera du koman de nîqaş derket û piştî demekê nîqaş mezin bû û veguherî pevçûnê.
Di pevçûnê de kesekî bi navê A.G.N (22) birîndar bû.
Li ser agahdarkirina kesên derdorê, tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê birîndar piştî midaxeleya ewil bir Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîlê.
Polîsan 2 kesên tevî şer bûne desteser kirin û ji bo girtina gumanbarên reviyan jî xebat dan destpêkirin.