Erdogan îro diçe Amed û Êlihê

27-03-2024
RÛDAW
Nîşan Erdogan Amed Êlih Hilbijartinên Şaredariyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan, îro di çarçoveya xebatên hilbijartinên 31ê Adarê de diçe Amed û Êlihê.

Ji hilbijartinên xwecihî yên 31ê Adarê re tenê 4 roj mane û propagandaya hilbijartinê gur û germtir e.

Recep Tayyîp Erdogan dê îro li parêzgehên Amed û Êlihê du mîtîngan li dar bixe û peyamên xwe bide dengderan.

Li gorî bernameya hatiye ragihandin, Erdogan dê demjimêr 13:00an li Qada Îstasyonê ya Amedê beşdarî mîtînga AK Partiyê bibe û demjimêr 16:00an jî li pêş Parêzgariya Êlihê beşdarî mîtînga partiya xwe bibe.

Ji ber ku di demên dawî de di navbera AK Partî û DEM Partiyê de nermbûnek heye û piştî hilbijartinan behsa pêvajoyeke nû tê kirin, çavê raya giştî li hêviya peyamên Erdogan ên li Amedê ye.

Peyamên Erdogan dê bandorê li dengdêrên Kurd ên li Stenbolê jî bike ku ji bo hilbijartinên Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê diyarker in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst