Mezlûm Ebdî li ser DAIŞê û êrişên Tirkiyeyê axivî

Hewlêr (Rûdaw) - Mezlûm Ebdî destnîşan kir metirsiya DAIŞê hîn jî berdewam dike û Tirkiye êrişên xwe yên li rojavayê Kurdistanê didomîne.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî bi vîdoyekê bal kişand ser metirsiya DAIŞê û êrişên Tirkiyeyê û got:

“Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li herêmê û dagirkirina herêmên Sûriyeyê berdewam dikin.

Dewleta Tirk a dagirker binesaziya herêmê û saziyên ku xizmeta gel dikin, topbaran dike da ku nehêle rêveberiya herêmê xebatên xwe bidomîne.”

Li hêla din, Mezlûm Ebdî diyar kir ku Hikumeta Sûriyeyê jî hewl dide ewlehiya li herêmê têk bibe û di navbera pêkhateyan de fitneyê derxe.