Bayram Bozyel: Erdogan dixwaze ji MHPyê xelas bibe

27-03-2024
Bayram Bozyel û Hêvîdar Zana / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Bayram Bozyel û Hêvîdar Zana / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Bayram Bozyel Hilbijartin Erdogan MHP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê PSKyê Bayram Bozyel got, “Erdogan ji tifaqa xwe ya niha ne razî ye, dixwaze jê xelas bibe. Bi taybetî jî dixwaze ji bandora MHPyê xelas bibe.”

Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel, li Amedê bû mêhvanê Bultena Bakur a ku pêşkêşkara Rûdawê Hêvîdar Zana pêşkêş dike.

Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan, di çarçoveya propangandeya hilbijartinên 31ê Adarê de îro li Amedê bû.

Erdogan li wê derê gotibû “Em amade ne bi her kesî re her tiştî biaxivin.”

“DEM Partiyê ev hêvî çêkir”

Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel li ser peyamên ku Erdogan li Amedê dane got:

“Ji ber ku siyaseta Erdogan a 7-8 salên dawiyê li ser dijayetiya Kurdan û li ser milîtarîzim û şovenîzma Tirkan ava bûye, ti hêvî nebû.

Ji ber ku xelkê Kurd li benda aştiyê ye, li heviya çareseriyê ye, aliyê DEM Partiyê ev hêvî çêkir.

DEM Partî dixwaze bi vê hêviyê bide xelkê lê aliyê Erdogan û aliyê hikûmetê ne wisa ye.

“Pir hesabê Kurdan nakin”

Li gorî min, peyama me Erdogan ne surprîz bû û esasen hêviya wan jî ne dengên Kurdan in.

Ji ber ku siyaseta wan eşkere ye û li dijî Kurdan pir hesabê Kurdan jî nakin.

Niha li ser pêla şovenîzmê siyasetê dimeşînin.

Dixwazin li ser dijayetiya CHPyê dilê Kurdan xweş bikin.

“Hêviya ku dê Erdogan tiştekî bike nîne”

Erdogan dibêje ‘Deriyê me vekirî ye, em dikarin bi her kesî re qise bikin.’ Ev jî nîvhêviyek e lê tiştekî şênber û berbiçav nîne.

Di tabloya îro de hêviya ku dê Erdogan tiştekî bike nîne.”

“Ocalan ne pirsa Kurdan e”

Bozyel, li ser pirsa “Eger tifaqeke Kurdî hebûya dê xelk bicoştir bûya?” wiha axivî:

“DEM Partî tiştekî nû nabêje, ew tim dibêjin ‘Bila Ocalan derkeve û bibe mixetab.’

Ev, ne pirsa Kurdan e. Dibe ku pirsa DEM Partiyê be, pirsa PKKyê be û xwestekeke rewa ye jî lê pirsa Kurd ne derketina Ocalan, rola Ocalan û pozîsyona Ocalan e.

Pirsa Kurd, daxwazên Kurdan ên neteweyî, ziman, çand, nasname û xweîdarekirin e.

DEM Partî van tiştan nabêje. Asoyeke zelal tune, siyaseteke zelal tune. Barovajiyê van, sergêjî heye û pirserîtî zêde dibe.

Wan berê digot Qendîl û Îmrali û HDP lê niha Edîrne û Leyla Zana jî hene. Tevlîheviyeke zêde heye.”

Bayram Bozyel destnîşan kir ku wan sala 2023yan piştgirî daye HDPyê da ku ji bo tifaqeke Kurdî hêviyek çêbibe û got:

“Wan siyaseta tifaqan fêhm nekiriye, siyaseta wan siyaseteke takeperest e. Di mêjiyê wan de rûneniştiye.”

Serokê PSKyê da zanîn ku wan vê carê jî xwestiye aliyên Kurd ji bo berjewendiyên Kurdan bi hev re bixebitin lê DEM Partiyê xwe nedaye berê.

“Em vê carê piştgiriyê nadin DEM Partiyê”

Bayram Bozyel, pirsa “Hûn dê vê carê jî piştigiriyê bidin DEM Partiyê?” wiha bersivand:

“Na, em dê vê carê li gorî namzedan piştigiriyê bidin.

Li Êlihê namzedeke serbixwe heye, em dê piştigriyê bidin wê.

Li Wanê namzedekî xwedîxîret heye ku bi pirsa Kurd re eleqedar e, bila piştigriyê bidin wî.

Li Stenbolê piştgiriyê bidin wan namzedan ku bi pirsa Kurd re eleqedar dibin.

“Ji bo Kurdan hilbijartineke winda ye”

Ji ber ku tifaqek tune ev hilbijartin ji bo Kurdan hilbijartineke winda ye û eşkere ye ku dê dengên DEMê jî kêm bibin.

Ya xerab jî ev e, dengên ku DEM Partiyê kêm dibin naçin ji partiyên Kurdan re.

Yan naçin ser sindoqan an jî didin hinek partiyên din.”

“Erdogan dixwaze ji MHPyê xelas bibe”

Bayram Bozyel, pirsa Hêvîdar Zanayê ya bi rengê “Piştî 1ê Nîsanê bi taybetî li bajarên Kurdan dê çi bibe?” jî wiha bersivand:

“Erdogan ji tifaqa xwe ya niha ne razî ye, dixwaze jê xelas bibe. Bi taybetî jî dixwaze ji bandora MHPyê xelas bibe.

Tirkiye di nava qeyraneke aborî ya gelekî kûr de ye ku di dîrokê de mînakên wê nînin vê jî paşeroja Tirkiyeyê xitimandiye.

Rêvebirên AK Partiyê dibêjin ku dê piştî hilbijartinan dest bi xebata destûreke nû bikin.

Ev ji bo Kurdan jî û ji bo Tirkan jî derfetek e.

Kurd dikarin beşdarî vê pêvajoyê bibin û Erdogan bivê nevê dê meseleya ziman were rojevê, dê meseleya nasnameyê were rojevê.

Ji bo ku dazwazên Kurdan pêk werin divê Kurd bi hev re bixebitin û zextê li wan partiyên din bikin.

“Divê Kurd ji vê yekê re amade bin”

Aliyên Tirkan jî ji aliyê meseleya ziman û meseleya nasnameya Kurdî de ji 5-10 sal berê bi gavekê li pêştir in.

Tevî ku aniha siyaseta Erdogan ne baş e jî ji bo ku Kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdeyê li Tirkiyeyê nermbûnek heye.

Dibe ku bûyerên li Rojhilata Navîn bandorê li Kurdistanê bikin, divê Kurd ji vê yekê re amade bin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst