Li Sêrtê pevçûna muxtariyê: Polîsek jî di nav de 8 kes birîndar bûn

27-03-2024
RÛDAW
Nîşan Sêrt Hilbijartin Muxtar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Hewêlê ya parêzgeha Sêrtê ji ber hilbijartinên muxtariyê di navbera du koman de pevçûn derket û di encamê de yek ji wan polîs 8 kes birîndar bûn.

Li gorî agahiyan, li bajarokê Weysel Qeranê yê navçeya Hewêlê du grûp ji ber hilbijartinên muxtariyê pev çûne û çek jî hatine bikaranîn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê û polîsekî ku ketiye navbera 2 grûpan jî birîndar bûye.

Tîman bi giştî 8 kesên birîndar veguhastin nexweşxaneyên cuda yên parêzgehê û li ser bûyerê 5 kes hatin desteserkirin.

Parêzgarê Sêrtê Kemal Kizilkaya piştî bûyerê çû bajarokê Weysel Qeranê û ragihand ku derbarê bûyerê lêpirsîn hatiye destpêkirin û tedbîrên pêwîst ên ewlehiyê hatine wergirtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst