Serok Mesûd Barzanî li ser hilbijartinan axivî

27-03-2024
RÛDAW
Nîşan Serok Barzanî Stephen Hitchen Brîtanya Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serok Mesûd Barzanî û Balyozê Brîtanyayê yê Îraqê rewşa siyasî ya Îraq û Herêma Kurdistanê nirxand.

Serok Barzanî li Hewlêrê Balyozê Brîtanyayê yê Îraqê Stephen Hitchen qebûl kir.

Baregeha Barzanî li ser hevdîtina Serok Barzanî û Stephen Hitchen daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniya Baregeha Barzanî, Serok Barzanî û Stephen Hitchen li ser rewşa siyasî ya Îraq û Herêma Kurdistanê û hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê axivîne.

Serok Barzanî bal kişand ser wê yekê ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji sala 1991ê ve serpereştiya hilbijartinan dike û xwedî rola derbaskirina rewatiya şoreşê ber bi rewatiya yasayî ye.

Serok Barzanî bal kişand ser wê yekê ku PDKyê di hilbijartinan de her tim piraniya dengan bi dest xistiye.

Serok Barzanî da zanîn ku ji ber sedemên cuda yên siyasî û destwerdanên derekî hilbijartin 2 salan hatin bipaşxistin û got:

“Em dixwazin hilbijartin bêdestwerdanên derekî û biryarên siyasî yên bi qestî yên Dadgeha Federal ên bi armanca jihevxistina PDKyê werin kirin.”

Serok Barzanî bal kişand ser wê yekê jî ku ew biryarên nedestûrî yên Dadgeha Federal a Îraqê ku qebûl nakin.

Serok Barzanî diyar kir ku şirove û daxwazên PDKyê li gorî yasayan, dadmend û zelal in û divê hilbijartin di çarçoveya Destûra Bingehîn de werin kirin.

"Bêyî rola PDKyê pêvajoya siyasî bi rê ve naçe"

Serok Barzanî destnîşan kir ku siyaseta hikûmeta federal a birçîkirina gelê Kurdistanê û nedayîna budceyê heye ku pêwîst e çareseriyeke teqez ji bo pirsgirêka budceyê were dîtin.

Li aliyê din jî Balyozê Brîtanyayê yê Îraqê jî tekezî li ser wê yekê kir ku welatê wî ji destpêka salên 1990î ve piştgiriyê dide Herêma Kurdistanê.

Stephen Hitchen amaje bi rola giring a PDKyê ya di pêvajoya siyasî ya Îraq û Kurdistanê de jî kir û got:

“Bêyî rola PDKyê pêvajoya siyasî bi rê ve naçe û hilbijartinên Herêma Kurdistanê nayên kirin.

Em fikarên we fam dikin, ji ber vê yekê em li vir in ku em bibînin hûn çawa dikarin beşdar bibin, alîkariya çareserkirina pirsgirêkan bikin û hilbijartinên azad, dadmend û zelal pêk bînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst