Hejmara kuştiyên li Dêrezorê bû 16 kes

27-03-2024
RÛDAW
Nîşan Dêrezor Êriş Hêzên Îranê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hejmara kesên ku di êrişa duh a li Dêrezorê de hatine kuştin gihişt 16an û di nava wan de berpirsekî Îranî û du zêrevanên wî jî hene. 

Duh balafirên nenas, baregehên komên milîsên Îranê yên li Dêrezorê bombebaran kiribûn.

Rojnameya El Wetenê ya hikumeta Şamê ragihandibû ku balafirên Amerîkayê herêmên Salihiye, Meyadîn, Elbûkemalê û Qisûr ên Dêrezorê bombebaran kirin.

Amerîkayê red kir

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê ragihand ku ne wan ev êriş kiriye.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, di êrişê de 16 çekdarên komên ser bi Îranê ve hatine kuştin.

Hat ragihandin di nav wan de Berpirsê Pêwendiyên Supaya Pasdaran a Îranê û 2 parêzvanên wî hene.

Balyozxaneya Îranê ya Şamê jî piştrast kir ku di nava kesên hatine kuştin de endamekî Supaya Pasdaran a Îranê heye.

Herwiha ajansa fermî ya Îranê jî Îsraîl bi kuştina wî şêwirmendê Supaya Pasdaran a Îranê yê bi navê Behrûz Wahdî tohmtebar kir.

Ji aliyê din ve, Serokê Rêxistina Tendrustiyê ya Cîhanî (WHO) ragihand ku karmendekî rêxistina wan ê bi navê Îmad Şehab canê xwe ji dest daye.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) jî ragihand ku piştî balafireke Îranê barê xwe li balafirgeha leşkerî ya Dêrezorê daniye bombebaranê dest pê kiriye.

Li gorî SOHRê di wê balafirê de Pasdarên Îranê û amûrên lojistîk hebûn.

Grûpên ku Îran piştgiriya wan dike di nav rêzên artêşa Sûriyeyê de cih digirin û gelek caran ji aliyê dron û balafirên şer ên Îsraîl û Amerîkayê ve tên bombebarankirin.

Piştî şerê Îsraîl û Hemasê êrişên grûpên çekdar ên li dijî hêzên Amerîkayê yên li Sûriye, Îraq, Başûr û Rojavayê Kurdistanê zêde bûbûn.

28ê Kanûna Paşîna 2024an di encama êrişeke dronî ya li baregeha Amerîkayê ya li Urdinê de 3 leşkerên Amerîkayê canê xwe ji dest dabû û 25 jî birîndar bûbûn.

Grûpa bi navê Berxwedana Îslamî ya Îraqê bi daxuyaniyekê berpirsyariya êrişê girtibû ser xwe.

Piştî vê êrişê Amerîkayê li Îraq û Sûriyeyê bi dijwarî van grûpan bombebaran kiribûn.

Ev êrişa dawî êrişa mezin a sêyemîn e ku li dijî van grûpan pêk tê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst