Saziya Keşnasî ya Tirkiyê bo 6 parêzgehên Bakurê Kurdistanê hişyariya berfê da

27-03-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasî ya Tirkiyê ji bo 6 parêzgehên Bakurê Kurdistanê hişyariya berfê da û dibêje li hinek navçeyan jî dê berf û baran tevlîhev bibare.

Li gor daxuyaniya Rêveberiya Saziya Keşnasî ya Tirkiyê îro 27ê Adara 2023an li parêzgehên Erzerom, Erzîngan, Erdexan, Qers, Idir û Agiriyê dê berf bibare û divê welatî li gor vê yekê tedbîrên pêwîst werbigrin. Herwiha li gor pêşbiniyê li parêzgeha Dêrsimê jî ku doh berfê destpê kiribû dê îro û sibe baran bibare.        

Tê gotin ku li wan parêzgehên dê berf bibare pileya germê jî dadikeve û li cihên bilind ên parêzgehan dibe ku qeşa çêbibe. Li ser daxuyaniya Saziya Keşnasiyê Parêzgariyên wan 6 bajaran jî welatî hişyar kirine ku di çûnûhatinê de ji bo otomobîlên xwe tedbîrên pêwîst werbigrin.

Li piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistanê pileya germê daketiye û baran dibare. Herwiha li parêzgehên Xarpêt û Rihayê barana zêde bû sedema lehiyê û zerara madî çêbû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst