Wezîrekî berê yê Tirkiyê derbarê HUDA-PARê de bersiva Bahçelî da

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê yê berê Sadettin Tantan derbarê HUDA-PARê de bersiva Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî da û ragihand: “Tirkiye ji aliyekî ve ji ber HUDA-PARê û ji aliyekî din ve ji ber PKK û YPGê di jêr gefê de ye.”

Hevpeymaniya Cumhur rûbirûyê gelek rexneyan dibe, ew jî piştî ku 11ê Adarê Partiya Doza Azad (HUDA-PAR) ragihand ku di hilbijartinên 14ê Gulana îsal de piştgiriya Hevpeymaniya Cumhur û berbijêrê wê Erdogan dike.

HUDA-PAR bi wê yekê tê tohmetbarkirin ku berdewamiya Hizbullahê ye û di salên notî de çendîn tawanên kuştinê li Bakurê Kurdistanê kirine, lê berpirsên HUDA-PARê wan tohmetan red dikin.

Berdevkê HUDA-PARê, Serkan Ramanlî dibêje: “Em ne berdewamiya Hizbullahê ne, em ti kesî jî naparêzin, em xwe diparêzin. Di 2012an de me partiya xwe ava kiriye. Ji hingê ve heta îro siyaseta me, gotinên me, rexneyên me, fikrên me, hewlên me û xebata me tev li ber çavê alemê (xelkê) ye.”

Serokê MHPê Devlet Bahçelî ku partiya wî hevpeymanê AKPê ye, roja Yekşemê derbarê HUDA-PARê de axivî û got: “HUDA-PARê bi tevahî teror red kiriye û ragihandiye ku peywendiya wê ligel ti rêxistineke neyasayî nîne. Ev helwêsta wan bo MHP û Hevpeymaniya Cumhur bes e û bi qîmet e.”

Bahçelî li beramber wan tohmetên ku HUDA-PAR pê tê tohmetbarkirin jî got, divê Wezîrê Navxwe yê Berê yê Tirkiyê Sadettin Tantan li ser wê mijarê biaxive.

Êvara heman rojê Sadettin Tantan di bernameyekî televizyonî de bersiva Bahçelî da û got: “Pêwîst nake yek bi yek navan bibêjim. Kesek ku di Kabîneya 57emîn de cîgirê serokwezîr bû û agahdar bû ka çawa malên endamên Hizbullahê hatin eşkerekirin û çawa jî Gaffar Okan hat kuştin, niha çawa van axaftinan dike, ez fam nakim!”

Sadettin Tantan herwiha diyar kir: “Tirkiye ji aliyekî ve ji ber HUDA-PARê û ji aliyekî din ve ji ber PKK û YPGê di jêr gefê de ye.”

Ev di demekê de ye Hevpeymaniya Cumhur jî rexneyan li Hevpeymaniya Millet a bi Serokatiya Kemal Kiliçdaroglu digre û dibêje, HDP û PKK yek in û îddîa dike ku Kiliçdaroglu berbijêrê Qendîlê ye.