Li Rihayê 26 endam û rêveberên HDPê hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sirûcê ser parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê rêveberên HDP û DBPê jî di nav de 26 kes bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” hatin desteserkirin.

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Sirûcê de îro Duşemê 27ê Adara 2023an li navçeya Sirûcê ya Rihayê polîsan bi ser malan de girtin û 26 endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) hatin desteserkirin.

Herwiha biryara desteserkirina wan kesan bi îdîaya “endamtiya rêxistinê, dabînkirina fînansê bo rêxistinê û zerardayîna saziyên hikûmî” hatiye dayîn û bo Rêveberiya Emnî ya Rihayê hatin birin. Hatiye ragihandin ku 24 demjimêran parêzer nikarin ligel wan hevdîtinê bikin.

Di nav wan 18 kesên hatine desteserkirin de Hevserokê navçeyê yê HDPê Yaşar Gunduzalp û Hevseroka navçeyê ya DBPê Rojda Binici jî hene.